Rêveberiya Girtîgeha Şakranê hevdîtina bi parlamenteran qebûl nekir

  • 14:25 30 Nîsan 2020
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Parlamenterên HDP'ê yên Îzmîrê yên ji bo venihêrtinê çûn Girtîgeha Girtî ya Şakranê hatin astengkirin. Serpîl Kemalbay derbarê mijarê de wiha got:"Em bi îktidareke ku îtibara TBMM'ê diçewisîne rû bi rû ne."
 
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, Parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Murat Çepni ji ber mijara Vîrusa Koronayê xwestin serdana Girtîgeha Girtî ya Şakranê bikin. Ji bo derbasbûnê Jandarmayê astengî derxist. Îdareya girtîgehê jî hevdîtina ku parlamenteran xwest bikin qebûl nekir. 
 
'Ji mirinan ew ê hikumet û Wezareta Dadê berpirs be'
 
Serpîla ku li ber girtîgehê daxuyaniyeke kurt da wiha got:"Bi pakêta darazê mafya, kesên hişbirê difiroşin, çete hatin derxistin. Ji mirinan ew ê hikumet û Wezareta Dadê berpirs be. Em bi îktidareke ku îtibara TBMM'ê diçewisîne rû bi rû ne."