Siham Mele Elî: Em niha di merheleyeke pir hesas de ne, li pêşiya me kirîzek heye

  • 12:06 30 Nîsan 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mela Elî teqez kir ku 2 kes li Hesekê bi Vîrûsa Korona ketine, kirîzek li pêşiya me ye û ev tişt got:”Em ketin nav merheleyek pir hesas. Pêwist e gelê me tedbîrên xwe baş bigirin û girîngiyê bidin xeteriya vê vîrûsê.”
 
Ev demeke Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê belav bûye, li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rêgirtina li  ber belavbûna vê vîrûsê Rêvberiya Xweser biryara qedexekirina derketinê da û her kes di malê xwe di karantînayê de ne. Tevî ewqas tedbîran jî rêjîma Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re nebû alîkar û ev yek bû sedema ku rewşa vîrûsê derbikeve. Têkildarî mijarê  Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mela Elî ji ajansa me re ev rewş nirxand û ji me re parve kir.
 
‘Li Hesekê jinek û hevjînê xwe bi Vîrusa Korona ketine’
 
Sîham diyar kir ku biryara qedexekirina derketina derve ji bo parastina tenduristiya gel e û wiha got: "Li Hesekê jinek û hevjînê xwe bi Vîrûsa Korona ketine.  Ev mirov  jî ji taxa Emran a bajarê Hesekê ne. Niha jina bi vîrusê ketiye li nexweşxaneya Qamişloyê ya Wetenî de ye û hevjînê wê di karantinaya malê de ye. Rewş niha li Hesekê pir hesas e."
 
‘Şêniyên taxa Imranê bi temamî nekirin di karantînayê’
 
Sîhamê bal kişand ser biryarên ku ji bo rêgirtina belavbûbna vîrûsê li Hesekê kir û wiha pê de çû:”Ji bo ku em rê li ber belavbûna vê vîrusê bigirin me biryara qedexekirina çûn û hatinê li taxa Imranê da û tax bi temamî kete nava karantînayê.  Her wiha çûn û hatina Hesekê jî hate qedexekirin. Ji bo pêwîstiyên şêniyên taxa Imranê jî, dê  Meclîsa Bajarê Hesekê ji wan re pêşkêş bike. Çi pêwistiya wan di vê demê de were xwestin dê meclis pê rabe.”
 
‘Li Kantona Hesekê 5 nexweşxane  ji bo tedbîra li dijî Vîrusa Korona hatine amadekirin’
 
Sîhamê di dewamiya axaftina xwe  bal kişand ser amadekariyên bajêr ên ji aliyê tenduristiyê ve û wiha dom kir: ”Ji bo tedbîra li dijî Vîrusa Koronayê di kantona Hesekê de 5 nexweşxane hatine amadekirin.  Hemû taximên me yên tenduristiyê amade ne  ku bi şev û roj xizmeta gelê me bikin. Em bi hêvî ne  ku gelê me di girîngiya xeteriya vê virusê de bin û li malê xwe bimînin û xwe biparêzin.” 
 
‘Komîteya Şopandina kesên nexweş hate amadekirin’
 
Sîham destnîşan kir ku komîteyeke şopandina kesên ku bi Vîrûsa Koronayê ketine hate amadekirn û dê dest bi karê xwe bike û ev yek got: ”Kesên ku bi Vîrûsa Korona ketine zû bi zû nexweşî  hîs nekirine, ji bo wê wekî tedbîr me komîteyek şopandina kesên nexweş amade kir ku li van kesan baldar bin. Niha em di şopandina ku ev kesên nexweş bi kê re dan û stendin kirine de ne, ji bo ku em xwe bigihînin van kesan û ji tehlûkeya heyî bibin bersiv. "
 
Sîham di dawiya axaftina xwede bang li gelên Bajarê Hesekê kir ku tedbîrê xwe bigirin û li malên xwe bimînin û wiha gotina xwe bi dawî kir: ”Em derbasî merheleyek pir hesas û xeter dibin, pêwist e gelê me bi me re alîkar be û tenduristiya xwe baş biparêze.”