Ji Platforma Jinan a Şahmaran ji bo jinan bang: Xwe bigihînin me

  • 09:14 30 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Endama Platforma Jinan a Şahmaranê Melîke Bîsîkletçîler, diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de desthilatdariyê li dijî şîdeta li hember jinê ya zêde bûye tedbîr negirtiye û bang li jinên Mêrdînê kir ku li dijî her cureyê şîdetê bila xwe bigihînin wan.
 
Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) li Tirkiyeyê di meha Adarê de 29 jin hatine qetilkirin û ji van jî 21 heb piştî pêvajoya pandemiyê li malê hatine qetilkriin.
 
Yek ji cihên ku nûçeyên şîdetê jê tên Qosera Mêrdînê ye. Li Qoserê jina bi navê A.A. ji aliyê mêrê bi navê Y.K. ve rastî şîdeta sîstematîk hat. Piştî bûyer derket holê Y.K. hat girtin. Lê nayê zanîn ku A.A. li ku ye. Platforma Jinan a Şahmaranê bang li jinan kir ku bila li dijî her cureyê şîdetê xwe bigihînin wan.
 
‘Sedema zêdebûna şîdetê bêcezabûne’
 
Endama Platformê Melîke Bîsîkletçîler bi lêv kir ku piştî rojên karantînayê dest pê kirine şûnde şîdeta li hember jinê jî zêde bûye û got li dijî vê çalakiyên cuda kirin. Melîkeyê wiha got: “Sedema herî mezin a şîdetê bêcezabûne. Li cîhanê piştî ku ji ber vîrûsê her kes li malên xwe man, şîdeta li ser jinê jî zêde bû. Ji ber vê divê tedbîr bên girtin.”
 
‘Desthilatdarî tedbîrê nagire’
 
Melîkeyê destnîşan kir ku rêxistinên jinan bi rojane daxuyaniyan diweşînin, li ser çapemeniya civakî kampanyayan dimeşînin û got: “Desthilatdariya AKP’ê jî heta niha tu tedbîr negirtiye. Peywira dewletê ye ku navendên jinan aktîf bikin. Ji vir şûnde hêviya me eve ku pêngav bê avêtin û tedbîr bên girtin.”
 
‘Jinên Mêrdînê dikarin xwe bigihînin me’
 
Melîkeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rewşa li Mêrdînê û daxuyakirin ku şîdet û kuştina jinan roj bi roj zêde dibin û wiha dawî lê anî: “Em wek platform her tim ligel jinan e. Bi qanûna înfazê re fikar zêde bûn. Bi hezarn gumanbarên ku li dijî jiann şîdet pêk anîn hatin berdan. Divê kapasîteya stargehên jinan bê berfirehkirin, xetên lezgîn aktîf bin.Em bang li jinên Mêrdînê dikin, dikarin li dijî her cureyê şîdetê xwe bigihînin me.”