Nexweşa pencêşêrê ya tahliye bû: Li dijî girtîgehan hestiyar bin

  • 09:12 30 Nîsan 2020
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Nexweşa penceşêrê Umut Şener a ji girtîgehê tahliye bû, ji ber binpêkirinan niha li dijî  demê têdikoşe. Umutê da zanîn ku şertên girtîgehê ne li gorî nexweşan e û got li dijî girtîgehan  hestiyarî peywira mirovahiyê ye.
.
Girtiya nexweşa penceşêrê Umut Şener a nê zî sê salan girtî bû di 15’ê Nîsanê de ji girtîgeha  Jinan a Şakranê tahliye bû. Umut li Stenbolê di serdegirtina Navenda Çanda Îdîl de ku ji ber li wir  mêvan bû hat girtin, piştre surgunê girtîgeha Şakranê hat kirin. Umut der barê pêvajoya  nexweşiyê û şertên girtîgehê de axivî.
 
Umutê ji ber nîşaneyên pençeşêrê sewqî beşa urolojiyê hat kirin û daxwazên wan yên 5 û 12  kanûna sala bor yên sewqkirina ji bo Stenbolê nehatin qetbûlkirin. Umutê got di 19’ê Kanûnê de  derketiye revîrê, tevî ku rewşa wê giran bûye, şandine kampusa Şakranê.
 
Umutê wiha got: “Di 26’ê Kanûnê de dîsa çûm nexweşxanê. Ultrason hat kişandin. Doktor got  rîska penceşêrê zêde ye û sewqî nexweşxanê kir. Piştre pêvajo bi lez pêş ket. Rapora patolojiya  ewil piştî emelyeta min ya 22’ê Çile hat aşkerakirin.”
 
‘Xebatên dezenfekteyê dihat taloqkirin’
 
Umutê daxuyakirin ku piştî vîrusê xebatên dezenfektanê jî bi rêk û pêk nehatin kirin û got:  “Hevdîtin nayên kirin. Hevdîtina bi parêzeran bi hinceta pêvajoyê hat astengkirin. Ev  binpêkirinên di asta herî jor de tên jiyîn, aliyên tecrîdê jî giran dike. Di asta sêyemîn a nexweşiyê  de nexweşî li organên min yên hundir belav bû. Doktoran got divê baş li xwe binêrî. Ez ji bo  hevalên xwe sipas dikim. Me li girtîgehê derfetên heyî bikaranîn. Li kantînan tiştên ku nexweş  bixwe tüne ne. Tiştek di stokê de nema. Girtîgeh ji bo dermankirinê ne başin. Mirov nikarin xwe  bigihînin tu tiştekî. Girtîgeh mirovan bi nexweşiyan dixe. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Li  girtiyên nexweş kelepçe tê ferzkirin.”
 
‘Divê li dijî girtîgehan hestiyarî hebe’
Umutê di berdewamiyê de bilêv kir ku divê xwedî li girtiyên nexweş bê derketin û got: “Ev mirov  ji bo mafên mirovahiyê li girtîghan e. Li dijî girtîgehan divê em bi hestiyar tevbigerin. Ev peywira  mirovahiyê ye. Li girtîgehê ji ber dermankirina min baş nehat kirin ez niha li dijî demê têdikoşim.  Penceşêr bi lez pêş dikeve. Ez kemoterapiyê dibînim. Heta tebaxê wê bidome. Piştre di cotmehê  de ez ê dîsa emelyet bibim.”