'Mezintirîn kedkarên di civakê de jin in'

  • 09:07 30 Nîsan 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî - Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, jinên ku di hemû beşên civakê de kedê didin diyar kirin ku kedkara herî mezin di civakê de jin e û gotin: "Di dirêjiya dîrokê de jin xwedî gelek berhem û keşf in, lê zihniyeta baviksalarî jin ji keda xwe dûr kirin û di çarçoveya xizmetkara malê de dîl kir. Di roja îro de jî jinên Rojavayê Kurdistanê bi saya şoreşa 19'ê Tîrmehê roj bi roj berhem û keda xwe nûjen dikin."
 
Di 1'ê Gulana 1856´an de kedkarên Australia, United States, California û pişt re kedkarên Kanadayê ji bo kêmkirina saetên xebatê li dijî pergala dewletê bi dirûşma 'Heşt saet xebat, Heşt saet razan û Heşt saet ji bo rehetî û xweşî wergirtinê' daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşan dan. Di encama raperîna kedkaran de di sala 1872'an de ji bo kedkaran zagonên parastina mafên wan derketin. Ev raperîn ji bo tevahî kedkarên cîhanê bû îlham û hêza ku ew jî daxwaza mafên xwe bikin. Lewra jî di sala 1892'an de Netewên Yekbûyî 1'ê Gulanê weke Roja kedkarên cîhanê pejirand. Di vê çarçoveyê de jinên Kobanê di derbarê keda jinan a di civakê de nêrînên xwe parve kirin.
 
'Di malan de rola sereke ya dayikê ye'
 
Dayika bi navê Naylê Omer bal kişand li ser keda jinê ya di hûndir malê de û wiha got: "Di civakê de her du zayend rola xwe dilîzin, lê di hûndir malê de ya ku herî zêde rol û misyonê dilîze dayik e. Dayik zarokan çêdikin û wan xwedî dikin, xizmeta malê dike, xwarinê çêdike û gelek jin hene aboriya mala xwe jî bi cih tînin. Dema ku jin dimrin mêr yekser dizewicin, lê jin zarokên xwe xwedî dike û temenê xwe hemû li gorî zarokên xwe dike. Ji ber vê jî diyar e kedkara herî mezin kî ye."  
 
'Divê kedkar her tim di bîra mirovan de bin'
 
Her wiha rojnamevan Şîlan Mihemed jî roja kedkaran wiha nirxand: "1'ê Gulanê rojeke pir bi wate ye ji ber ku bi hezaran kes ked dan heta ku ev roj bi dest xistin. Ji ber ku kar û xebat cihekî girîng di jiyana mirovan de digire, pêwîst bû ku raperîna 1'ê Gulanê çêbibe. Di dirêjiya dîrokê de jinan kedeke ber bi çav nîşan dane û bi taybet di hundir malê de. Lê di mêjiyê civakê yê zayendperest de karê jin bê nir e. Ji ber vê jî rojeke tenê ji bo kedkaran û di serî de ji bo jinên kedkar têrê nake, divê rojane keda wan kesan were bibîranîn."
 
'Zihniyeta baviksalarî kedkarî girêdayî mêran kiriye'
 
Jina ciwan a bi navê Xunav Elî ku di Şitilxaneya gulan de dixebite wiha axivî: "Bi vê boneyê ez dixwazim keda jinên kedkar bi bîr bînim, ji ber ku dema qala kedkariyê tê kirin yekser mêr tên bîra mirovan. Ev yek vedigere zihniyeta ku civak li ser hatiye perwerdekirin ku her tim keda jinan hatiye binpêkirin. Lê li Rojavayê Kurdistanê û bi saya şoreşa 19'ê Tîrmehê ku bi xwe re gelek guhertinên zihnî çêkir, keda jinan diyar e. Li Rojavayê Kurdistanê jin bi xweza, siyaset, civak, wêje, zanist, leşkerbûyîn û hwd. re mijûl û têkildar e."
 
'Jin ji keda xwe hatine dûrxistin'
 
Herî dawî Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel behsa şoreşa Rojavayê Kurdistanê 19'ê Tîrmehê û bandora wê li ser civakê kir û wiha got: "Jiyana ku îro em dijîn û gelek tiştên di destên me de ku em rojane bi kar tînin û jiyana xwe li ser berdewam dikin berhemên keda  jinan in. Lê mixabin ku pergala zayendperest û desthilatdar jin ji berhemên wê dûr xist. Pergal jinê tenê weke makîneya çêkirina zarokan û amûra seksê dibîne." 
 
'Şoreşa Rojava zindîkirina ked û berhemên jinê ye'
 
Zehra çalakbûna jinan li Rojavayê Kurdistanê û dayîna kedên bê hempa teqez kir û got: "Li Rojavayê Kurdistanê ku şoreşa 19'ê Tîrmehê em weke şoreşa jinan pênase dikin, em gav bi gav ber bi vegerandina berhemên xwe ve têdikoşine. Di vê şoreşê de cara yekemîn jinên herêmê cihê xwe di nava qada leşkerî de girtin ku di parastina civaka xwe de bûn xwedî ked. Di van 8 salên şoreşê de me karîbû gelek berhemên xwe vegerînin û keda xwe di civakê de zindî bikin. Mînaka vê yekê jî hedefgirtina kesayetên ku kedeke mezin di civakê de nîşan dan weke sekretera Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef ku ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hat qetilkirin."