Parlamenterên HDP'ê negirtin girtîgehê

  • 15:33 29 Nîsan 2020
  • Rojane
RIHA - Parlamentera HDP'ê û parêzerên bi wê re derbarê mijara talûkeya Vîrusa Koronayê ya li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin. Lê daxwaza hevdîtinê hat redkirin. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê  Ayşe Surucu, Endamê PM'a HDP'ê Metin Ozbadem û 3 parêzerên rêvebirên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Rihayê derbarê mijara talûkeya Vîrusa Koronayê ya li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin. Lê daxwaza hevdîtinê hat redkirin. Leşkerên ku barîkat li pêşberî deriyê girtîgehê çêkirin heyet asteng kirin. 
 
Ayşe bertek nîşanî vê helwesta rêveberiya girtîgehê da û got:"Em li mûxataban digerin. Ka li girtîgehan çi dibe? Em dixwazin di vê pêvajoya ku girtî bi talûkeya Vîrusa Korona rû bi rû ne ji rewşa girtîgehan agahdar bin. Ger tabût ji girtîgehan derkeve berpirs îktidar e."