HDP çû serdana malbata ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin

  • 14:37 29 Nîsan 2020
  • Rojane
EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogulari û Rêxistana HDP'ê ya Edeneyê çûn serdana malbata ciwanê penaber ê 17 salî ku ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. 
 
Hefta borî ji ber Vîrusa Koronayê li 31 bajarî qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Ciwanê bi navê Ali El Hemdan ê 17 salî û ji Sûriyeyê ji ber li banga polîsan a raweste guhdar nekiribû û xala kontrolê derbas kiribû ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogulari û Rêxistana HDP'ê ya Edeneyê çûn serdana malbata ciwanê penaber.
 
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogulari ku li mala şînê ya kuçeya Yenibey a navçeya Seyhanê bi malbatê re hatin gel hevdu anî ziman ku ew ê bi her awayî piştigiriyê bidin malbatê.