Meşa Zînê Wertê ji aliyê KDP û YNK'ê ve hat astengkirin

  • 13:44 29 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Însiyatîfa Gel a Silêmanî ya ji bo Zînê Wertê ew ê bihata kirin ji aliyê pêşmergeyên KDP û YNK'ê ve hat astengkirin. Ji bo derbasbûyina girseyê hîn hevdîtin didomin. 
 
Ji bo hêzên çûne Zînî Wertê bi cih bûne û bûne sedema aloziyê ji herêmê vekişin û bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin, biryarbû îro welatî, rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrîn, parlementer û siyasetmedarên ji parêzgeha Silêmanî, Helebce, îdareya Raperîn û Binarê Qendîlê berbi Zînî Wertê ve meşek girseyî li dar bixin. Wê girse saet 13.00’ê nîvro li bajaroka Serkepkan a ser bi Ranya kom bûbûna.
 
Ji ber vê welatiyên ji Dukan, Qeladizê, Hacî Awa, Silêmanî û Şarezûr di saetên sibehê de xwestin ber bi Raperîn ve bikevin rê. Beşeke wan a zêde li ketina Ranya de ji aliyê asayîşê ve hatin astengkirin.
 
Hewl tê dayîn ji bo destûr bê girtin, lê heya niha bersiveke erênî ji bo kesên çalakiyê rêxistin dikin, nehatiye dayîn. Hewldan berdewam e.
 
Eger çalakî pêk neyê, wê girseya Silêmanî li Taslûce kom bibe, hem astengiyê şermezar bikin hem jî peyama ku diviyabû li Zînî Wertê bigihînin hêzên PDK, YNK û PKK’ê bixwînin.
 
Lê welatiyên herêma Raperîn û beşek welatiyên ji bajarên din berê niha xwe gihandibû herêmê wê ber bi Zînî Wertê ve bimeşin. Eger ew jî bên astengkirin wê daxuyaniya çapemeniyê bidin.