‘Dewleta tirk axa me topbaran dike û dixwaze ewlekariya herêmê têk bibe’

  • 13:37 29 Nîsan 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ- Endama Rêveberiya Asayişa Jinê ya herêma Firatê Hîva Hiso, derbarê êrîşa hewayî ya dewleta tirk a li ser navenda wan got: “Dewleta tirk bê navber herêmên me topbaran dike û dixwaze ewlekariya herêmê têk bibe. Bê guman neteweyên yekbûyî di van êrîşan de berpirsyar in.”
 
Balafirên dewleta tirk qada maşîneyan ya navenda giştî ya Hêzên Asayişa Herêma Firatê du caran topbaran kir. Di encama êrîşê de tu zirarên giyanî çênebûn, tenê maşîneyekê zirar dît. Di derbarê mijarê de Endama Rêveberiya Asayişa Jinê Hîva Hiso re axivî.
 
‘Dewleta tirk hemû rêgezên mirovî binpê dike’
 
Hîva di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di demekê de ku hemû cîhan bi Vîrusa Koronayê re rû bi rûye, em jî weke hêzên Asayişê rola xwe di parastina gelê xwe de, dilîzin. Lê em dibînine ku dewleta tirk hewil dide axa me dagir bike. Balafirên keşfê yên dewleta tirk navenda hêzên Asayişê ya giştî Herêma Firatê ku di navenda  bajêr de ye topbaran kir, lê tu zirarên giyanî çênebûn û tenê zirara madî bûn. Ev tê wateya ku tirkiye ne tenê hêzên me hedef girt, lê belê dixwaze zirarê bigihîne gelê sivîl  û ewlehiyê têk bibe.”
 
‘Divê civaka navnetewî li hember êrîşên tirkiyeyê berpirsyar bin’
 
Di dawiyê de Hêvî bang li civaka navnetewî kir ku rê li ber êrîşên tirkiyeyê bigirin û berpirsyar bin û wiha dawî li gotina xw anî: “Pêwîst e civaka navneteweyî  berpirsyartiya xwe ya mirovahî bigirin dest. Her kes dizane  ku hêzên asayişe, hêzek sivîl û berpirsê ewlekariya gelê herêmê ne. Em jî weke hêzên asayişê heya dawiyê di ber parastina gelên xwe de berpirs in .”