Xwişkên girtiyan xwestin girtiyên nexweş bên berdan

  • 09:09 29 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Bi belavbûna vîrûsa koronayê re rewşa girtiyên nexweş her ku diçe dikeve xetereyê Fatma, Gulser û Fecriye girtî ne û nexweşîn. Ji ber şert û mercên girtigehan rewşa tenduristiya wan di xeterê de ye. Xwişkên girtiyan bertek nîşanî qanûna înfazê dan û daxwaza berdana girtiyên siyasî kirin. 
 
Bi qanûna înfazê 90 hezar girtiyên edlî hatin berdar. Lê serbestberdana girtiyên siyasî di pakêtê de cih negirtin. Her roja ku vîrûs belavdibe rewşa girtiyên siyasî û bi taybetî jî rewşa girtiyên nexweş dikeve rîskekek mezin. Malbat û xizmên girtiyan jî bi belavbûna vîrûsê re ji rewşa girtiyên xwe ketin nava fikaran. Her du xwişk Fatma û Gulser Ozbay nexweşên pençeşêrê ne û li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ne. Fecriye Benek jî nexweş e û li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê girtî ye. Xwişkên Gulser, Fatma û Fecriyeyê derbarê rewşa wan de ji ajansa me re agahî dan. 
 
Fatma 23 sal in girtiye
 
Hacer Ozbay xwişka Fatma û Gulserê ye û bal kişand ser rewşa her xwişkên xwe. Hacer, destnîşan kir ku Fatma di 1997’an de hat girtin, cezayê muabetê lê hat birîn û bi tevahî bi tevahî 23 sal in girtiye. Hacer wiha dirêjî da axaftina xwe: "Fatma li girtîgeha Amed, Mîdyat, Bayburt, Erzirom û Şakranê ma. Li girtîgeha Tîpa E ya Erziromê teşîsa pençeşêra memikan lê hat danîn. Wê demê teşîsa pençeşêrê hat danîn. Dayika min beriya wefat bike ji bo Fatmayê dem bi dem serî li wezaretê dida. Li ser vê Fatma birin cem du hevalên wê. Li wir dermankirina wê hat destpêkirin. Di asta sêyem a nexweşiyê de pêsîrek wê hat girtin. Piştre ew birin Şakranê cem xwişka min Gulserê ne. Piştî birin Şakranê dermankirina wê tam nekirin. Ji kezeba wê nerehetî derket. Tahlîl girtin lê hîna nayê zanîn ku çiye. Ji ber vîrûsê nikare biçe nexweşxaneyê jî. Xwişka min sê sal in li dijî pençeşêrê têdikoşe. 56 saliye. Gelek nexweşiyên wê hene.”
 
Gulser jî 28 sal in girtiye
 
Hacerê derbarê xwişka xwe Gulser Ozbay de jî wiha nêrînê xwe anî ziman: “Di 1992’an de hat girtin. 28 sal in girtiye. Cezayê muebetê lê hatiye birîn. Li girtîgehên Nevşehîr, Erzirom, Mîdyat, Bayburt û Şakranê ma. Gulser ji malzaroka xwe nerehete. Li Bayburtê emeliyat bû. Dibêjin nexweşî vediguhere pençeşêra malzarokê. Ez ji ber rewşa xwişkên xwe bifikarim. Li wir nayên dermankirin. Gulser bû 59 salî. Ji ber temenê xwe jî di bin rîskê de ne. Li girtîgehan tedbîr tune. Paqijî tune. Di pakêta 3’yemîn a darazê de girtiyên siyasî cih negirtin. Daxwaza me ev e ku hemû girtî bên berdan.”
 
16 sal ceza li Fecriyeyê birîn 
 
Meryem Benek qanûna înfazê şermezar kir û diyar kir ku ev ne helwesteke mirovahî ye. Meryemê destnîşan kir ku xwişka wê ji 2012’an de girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "16 sal ceza li Fecriyeyê birîn. 8 sal in jî girtiye. Tenduristiya wê qet nebaşe. Ewil li Amedê, piştre li Sêrtê û niha jî li Bayburtê girtiye. Milê wê de birîn û platîn heye. Nexweşiya wê ya astim, mîgren û fitiqê heye. Seranserê zivistanê mahkumê nivînê dimîne. Di telefonê de bi zorî diaxive. Me bi dehan carî sewqa wê xwest. Lê niha vîrûsê dikin hincet. Girtîgeh ne paqij in. Rûpûşekê jî ji wan re zêde dibînin. Di odeyek biçûk de 12 kes dimînin. Hevdîtin hatin qedexekirin. Ji hevdîtina 10 deqeyî jî em tiştekî fêm nakin. Rûpûş jî li girtîgehan bi pereyane.”
 
‘Divê demildest qanûn bê sererastkirin’
 
Meryemê balkişand ser qanûna înfazê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelo ev qanûn ji bo kê hat derxistin? Ji bo çeteyan hat derxistin. Lê xwişka min ya zirara wê ji bo kesî nebûye terkî mirinê dikin. Divê demildest di vê pêvajoya vîrûsê de newekhevî neyê kirin û hemû girtî bên berdan. Yekî xilas dikin yê din davêjin agir. Em bi fikarin. Divê demildest ev qanûn bê sererastkirin.”