'Dewleta tirk di roja duyem a remezanê de gundê me topbaran kir'

  • 09:05 29 Nîsan 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jina bi navê Zehra Dehmo Îbrahîm a ji gundê Um El-Kêfê tevî hevjîn û kurê xwe, li dijî dagirkeriyê bi çêkirina bexçeyekî biçûk li mala xwe û bi hatina meha Remezanê, di nava têkoşîna parastina hebûna xwe de ne. Zehrayê got:”Heta ku em li gund in em ê welatê xwe geş bikin û wê her xweşik bimîne.”
 
Di 25’ê Nîsanê de derdora saet di 03:20’an de artêşa dewleta tirk û komên girêdayî wê gundên navçeya Til Temirê Um El-Kêf, Til Cûma û derdora Navçeyê topbaran kirin. Li dijî vê topbaranê sivîlên gundê Um El-Kêfê ji aliyekî ve xwe diparêzin, ji aliyê din jî parastina xwezayê û geşkirina çandiniyê, dikin. Jina bi navê Zehra Dehmo Îbrahîm tevî hevjîn û kurê xwe li gund dijîn û ev 7 meh in ji gundê xwe tevî ku bi sedan caran hatiye topbarankirin, koç nebûne. Zehrayê derbarê topbarana dewleta tirk de ev yek anî ziman:”Dewleta tirk di roja duyem a remezanê de gundê me topbaran kir.”
 
‘Dewleta tirk di roja duyem a remezanê de gundê me topbaran kir’
 
Zehrayê wiha dewam kir: “Em niha di meheke pîroz de ne, meha remezanê bi xêr û bereket e, ji bo wê jî em rojiyê digirin. Dewleta tirk di roja duyemîn a Remezanê de, gundê me topbaran kir. Tevî ku em bi rojî, westiyayî, tî û birçî, dewleta tirk bela xwe ji me venake. Ruxmî ku topbaran giran bû lê dîsa jî em ji mala xwe derneketin. Em bi tirs li ser fitara xwe rûdinin, ji ber em nizanin kîjan kêliyê wê êrîş pêk were û mal ser me de hilweşe. Hêviyên me di vê meha pîroz de ku dewleta tirk ser axa me biçe û aramî pêk were. Min bexçeyekî biçûk ji xwe re çandiya û jê debara xwe dikim.” 
 
‘Tevî topbarana dewleta tirk em li berxwe didin’
 
Zehrayê derbarê topbaran û qedexeya derketina derve de wiha got:”Ji ber ku gelek caran topbaran çêdibe, riyên çûn û hatinê di navbera gundê me û Til Temirê de qut dibe. Niha jî qedexeya derketinê heye û êdî demsala çandiniyê ye. Min bexçeyekî biçûk ji xwe re çandiye û jê debara xwe dikim. Min tenê îsot û bacanê sor çandiye, di demê pêş de ez ê bexçeyê xwe hîn zêdetir bikim. Tevî topbarana dewleta tirk em li berxwe didin.”
 
‘Dema av qut dibe em ji çemê Xabûrê avê dikşînin’
 
Zehrayê derbarê peydakirina avê ya ji bo avdana bexçeyê xwe ev tişt got:”Ava me jî tune ye, em gelek caran di peydakirina avê de zehemtiyan dikşînin. Gelek caran me av ji Çemê Xabûrê kişandiye, da ku pê bexçeyê xwe av bidin û karê xwe yê mal bikin. Heta ku em li gund in em ê welatê xwe geş bikin û wê her xweşik bimîne.”
 
‘Em li dijî dagirkeriya dewleta tirk û zilma çeteyên wê li berxwe didin’
 
Zehrayê ferqa bûyerên sala borî û îsal tîne ber hev û wiha dibêje:”Sala borî ji ya îsal xweştir û baştir bû. Em ê her sal bêjin xweziya bi par. Saleke bi xêr û bereket, em bê tirs û tobparan dijiyan û jiyana me tijî ked û têkoşîn bû. Lê îsal rûreşiya dagirkeran jiyana me tevlîhev kiriye. Em li dijî dagirkeriya dewleta tirk û zilma çeteyên wê li berxwe didin.”
 
‘Mirina li ser axa xwe bi serê xwe rûmetek e’
 
Zehrayê di dawiya gotina xwe de wiha got:”Ez û hevjînê xwe ev zêdetirî 4 sal in nexweşiya dil bi me re heye. Ji ber rewşa heyî êdî em nikarin wekî berê herin Qamişloyê da ku xwe derman bikin. Derman jî buha bûne. Em ji zaroktiya xwe de li gund dijîn, niha jî em li hember dagirkeran ber xwe didin û em ê li ser vê axê jî bi rûmet xatir ji jiyanê jî bixwazin.
Mirina li ser axa xwe bi serê xwe rûmetek e.”