'Hedefgirtina goristana şehîdan, tirsa desthildatdaran diyar dike'

  • 09:04 29 Nîsan 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Dayikên Şehîdan ên Efrînê li hember rûxandina goristana şehîdan a ji aliyê dewleta tirk ve  wiha dibêjin: "Em êrîşên li hember goristanên şehîdan şermezar dikin. Erdogan bi destên xwe goristana zarokên me diruxîne. Bi yek destî em ê dagirkeriya dewleta tirk têk bibin."
 
Di sîstema desthilatdaran de her tunekirina pirrengî, şopên ol, pêkhate û netewên heyî pêk tên. Ev yek di Efrîn û Bakurê Kudistanê de jî her dem tê kirin. Li warên dagirkirî goristan tên hedefgirtin û ji ber ku goristana şehîdan yek ji nirxên Gelê Kurd e, her roj êrîşên desthilatdaran zêdetir dibin. Leşkerên tirk li Wan, Riha û Amedê li ber çavên malbatan gor texrîb kirin. Girêdayî mijara rûxandina goristana şehîdan dayikên şehîdan ên Efrînê yên ku koçberî Kantona Şehbayê bûne nêrînên xwe parve kirin.
 
'Bi yek destî em ê dagirkeriya dewleta tirk têk bibin'
 
Dayika Şehîd Reşîd, Sûreye Hebeş li ser hedefgirtina goristanan wiha dibêje: "Dagirkeriya dewleta tirk bi serkêşiya Erdogan gorên zarokên me xêra dikin. Nav û hestiyên zarokên me di nava axa pîroz de belav dibe, lê dewleta tirk goristanên zarokên me li Wan, Riha, Amed û Efrînê dirûxîne. Hedefgirtina goristana şehîdan, tirsa desthildatdaran diyar dike. Armanca dewleta tirk qirkirin û tunekirina Gelê Kurd e. Bi xêrakirina goristanan em wek dayik pir pê dêşin. Wek her dayikan daxwaza me ew e ku em ser gorên zarokên xwe gulan biçînin. Em wek dayik dibêjin Erdogan tu carî nikare kurdan tune bike. Em banga dayikên Riha, Amed û Efrînê dikin bila dengê xwe li hember dijmin bilind bikin. Em ê her hebin û em ê bi yek destî dagirkeriya dewleta tirk têk bibin."
 
'Em soz didin ku em ê tola zarokên xwe hilgirin'
 
Dayika Şehîd Egîd û Zîlan, Hacer Miho li ser kiryarên dewleta tirk axivî û wiha pê de çû: "Em êrîşên li ser goristanên şehîdan şermezar dikin. Ji dagirkeriya dewleta tirk re êdî bes e. Her roj dewleta tirk û çeteyên wê li ser Gelê Kurd kiryarên xwe dewam dike. Êrîşî goristana zarokên me dike û hestiyên wan tune dike. Li Efrînê jî cihê goristana şehîdan kirine cihê lawiran. Em vê nêzikatiyên dijmirovahî şermezar dikin û em bêdeng namînin. Em weke dayikên şehîdan soz didin ku em ê tola zarokên xwe hilgirin."