ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 29 Nîsan 2020
  • Rojev
*Dayikên Şehîdan ên Efrînê li hember rûxandina goristana şehîdan a ji aliyê dewleta tirk ve  wiha dibêjin: "Em êrîşên li hember goristanên şehîdan şermezar dikin. Erdogan bi destên xwe goristana zarokên me diruxîne. Bi yek destî em ê dagirkeriya dewleta tirk têk bibin." DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Zehra Dehmo Îbrahîm a ji gundê Um El-Kêfê tevî hevjîn û kurê xwe, li dijî dagirkeriyê bi çêkirina bexçeyekî biçûk li mala xwe û bi hatina meha Remezanê, di nava têkoşîna parastina hebûna xwe de ne. Zehrayê got:”Heta ku em li gund in em ê welatê xwe geş bikin û wê her xweşik bimîne.” DÎMEN HEYE
 
*Nivîskar û helbestvan Janez Sar bal kişand ser rol û misyona jinê ya qada wêjeya kurd û got: "Ji ber bêderfetbûn û polîtîkayên dewletan û her wiha hişmendiya civakê jin di hêla wêjeyê de pirsgirêk jiyan û nehiştin ku jin daxwazên xwe bînin ziman."
 
*Parlementera HDP'ê Semra Guzel ku derbarê pêvajoyê de nirxandin kir diyar kir ku di vê pêvajoyê de dewletê ji bo rihetiya xwe welatî xistin bin xetereyê û terkî xizaniyê kirine.
 
*Jinên ku berhemên plastîk ên ji nava gelaşê tên topkirin ji veguhestinê re amade dikin diyar kirin ku ew karekî zahmet dikin û keda wan nayê dîtin. Jinan destnîşan kir ku dive civak di warê dfavêtina van berheman a nava gelaşê de baldar be û bizanibe ku cudakirina wan a ji hev gelek zahmet e. BI DÎMEN
 
*Li gel qanûna înfazê tê dîtin ku wê  jin û zarok di nav civakê de bi tengasiyên mezin re rû bi rû bimînin û wê şert û mercên jiyana  wan dijwartir bibin.  Me danîşenên ku heta niha li eywanên dadgehan hatine dîtin berhevkirin û  em bi we re parve dikin.
 
*Hekîma malbatî Sîbel Uyan diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de rastiya pergala tenduristiyê ya li Tirkiyeyê derketiye holê û got: “Heta ku pisgirêkên der barê pergalê de neyên çarserkirin, li şaneşînan lêdana çepikan, daxuyaniyên wekê ku sankî derdê me pere ye, rumeta me şikand.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu diyar kir ku di çarçoveya kampanya ‘malbatên xwişk û bira’ de xwe gîhandine 332 malbatî û got: “Em parve dikin, di piştevaniyê de ne. Ger hun jî bixwazin parve bikin bikevin têkiliyê. Riya herî baş a mezinkirina hêviyê parvekirine.”
 
*Bi belavbûna vîrûsa koronayê re rewşa girtiyên nexweş her ku diçe dikeve xetereyê Fatma, Gulser û Fecriye girtî ne û nexweşîn. Ji ber şert û mercên girtigehan rewşa tenduristiya wan di xeterê de ye. Xwişkên girtiyan bertek nîşanî qanûna înfazê dan û daxwaza berdana girtiyên siyasî kirin. BI DÎMEN