'Pîrozgehek olî ya Êzîdiyan li Efrînê hat rûxandin'

  • 15:57 28 Nîsan 2020
  • Rojane
 
ŞEHBA - Li dijî rûxandina pîrozgehên olî ya ji aliya dewleta tirk û hevkarên wê ve, Yekîtiya Jinên Êzîdî û Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê daxuyaniyek dan.
 
Li hember kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê û herî dawî rûxandina pîrozgehek olî, Yekîtiya Jinên Êzîdî û Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê daxuyaniyek li navenda Yekîtiyê ya Kantona Şehbayê dan. Di daxuyaniyê de Endamên Yekîtiya Jinên Êzîdî û Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê amade bûn û alên Yekîtiya Jinên Êzîdî û Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî Orîvan Menan ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Kurdên Êzîdî xwedî dîroka kevnar in, ruxmê qirkirin û fermanên ku bi destê dagirkeran û Împaratoriya Osmanî bi serkeşiya partiya AKP'ê ve tê kirin, bi hezaran salan li ser axa Kurdistanê dijîn.  Di dîroka 20'ê Çileya 2018' an de êrîşek hovane bi destê dewleta tirk û çeteyên wê ve bi ser Efrînê de pêk hat, ew bajarê ku bi aramî û aşîtiyê ve dihat nasîn, piştî berxwedanek bêhempa ku 58 rojan dewam kir, gelê Efrînê û Kurdên Êzîdî neçarî koçberiyê bûn, lê ji ber hovîtiya dewleta tirk beşek ji Gelê Kurd û Kurdên Êzîdî li Efrînê man.
 
Piştî dagirkirina Efrînê êdî pîlanên dagirkeriyê hatin destpêkirin û di nav de guhertina demografîk dan meşandin û bi hemû cureyan xwestin gelê Efrînê yên li warê xwe dijîn tengav bikin û koç bikin. Kiryarên dewleta tirk gel, xweza, lawir û ol derbas kir û yê herî dawî jî di roja yekem ji Remezanê çeteyên dewleta tirk pîrozgeheke olî ya Êzîdî li gundê Basûfanê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê diruxîne û di bin hinceta ku ev pîrozgeh bê xwedî ye, dîsa jî malên gel desteser dikin û li heman gundî malek sivîl digirin û vediguherînin mizgeft û bi darê zorê zarokên Êzîdî bi cil û bergên DAIŞ’ê dişînin mizgeftê.
 
Em wek Yekîtiya Jinên Êzîdî û Yekîtiya Êzdiyên Efrînê em vê bûyerê şermezar dikin ev karê ku dervayî nirxên mirovatiyê yê ku dikeve mijara qirkirina gelan û olan. Em bêdengiya dewletên navneteweyî û rêxistinê mafê mirovan şermezar dikin ji ber ku kesek li beramberî van qirkirinan helwest nîşan nedan û banga me ji raya giştî û navdewletî ku dagirkeriya dewleta tirk li Efrînê û tevahî Sûriyê bi dawî bikin û hemû koçber vegerin cih û warên xwe."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bimre dagirkerî" bi dawî bû.