Wezareta Dadê: 120 girtî bi koronayê ketine

  • 15:55 28 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Li gorî daxuyaniya Wezîrê Dadê li 4 girtîgehên cuda 120 girtî û hikumxwar bi nexweşîna koronayê ketine.
 
Têkildarî belavbûna vîrûsa koronayê ya li girtîgehan Wezîrê Dadê daxuyaniyek da û diyar kir ku li girtîgehan tedbîr hatine girtin. Daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul wiha ye: "Kesên nû hatine girtin muayeneyên wan hatine kirin. 14 rojan xistine karantînayê. Her cûre kelûpelên paqijiyê birêkûpêk û bê bedel tê dayîn. Li 4 girtîgehên cuda 120 girtî û hikumxwar bi nexweşîna koronayê ketine. Hemû li nexweşxaneyan tên dermankirin. Rewşa tenduristiya wan baş e.”