'Divê bi awayekî lezgîn tevdîr li girtîgehan bên girtin'

  • 14:47 28 Nîsan 2020
  • Rojane
RIHA - Têkildarî binpêkirina mafan a li girtîgehan Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner anî ziman ku divê bi awayekî lezgîn tevdîr li girtîgehan bên girtin û binpêkirinên li girtîgehan tên kirin rêz kir. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Rihayê, têkildarî binpêkirinên mafên girtiyan ên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê, li avahiya xwe ya bajar daxuyaniyek da. Endamên partiyê û welatiyên ku tevlî daxuyaniyê bûn li gorî şertên mesafeya fizîkî tev geriyan.
 
‘Jiyan li girtîgehê bi cih nabe’
 
Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner, diyar kir ku li gel banga wan a “Li mal bimîne” pêkanîna “Li girtîgehê bimîne” jî berdewam dike û wiha got: “Ev nayê qebûlkirin. Jiyan li girtîgehê bi cih nabe. Daxwaza me ne hiqûqa dijmin, hiqûqa mirovahî ye. Divê şertên hiqûqî ji bo herkesî wekhev pêk bên. Ev nêzîkatiyên li ber serê me, mînaka şênber a pêkanîna polîtîkaya rehîneyê ye. Israra di polîkaya rehîneyê de tê wateya israra di polîtîkaya komkujiyê de.
 
'Divê bi awayekî lezgîn tevdîr li girtîgehan bên girtin' 
 
Emîne, destnîşan kir ku berdana girtiyên ku nexweşînên wan ên kronîk hene, berpirsariyeke wijdanî û mirovî ye û wiha qala binpêkirinên li girtîgehê kir: “Derfetên ku xwarina germ bê dayîn li girtîgehê nehatine afirandin, lêgerîn û jimartin li gorî mesafeya fizîkî nayê kirin û girtiyên nexweş dernaxên revîrê. Em ev pekanînan qebûl nakin. Di warê paqijî û avê de jî kêmasî hene. Divê dewlet di van mijaran bergiriyên lezgîn bigire.”