Însiyatîfa Gel a Silêmaniyê: Em ê rê li pêşiya planên dijmin bigirin

  • 14:11 28 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Gel a Silêmaniyê ji bo meşa sibe ya ber bi Zînî Wertê ve banga beşdarbûna meşê li her kesî kir û got;”Em ê rê li pêşiya planên dijmin bigirin û peyama yekîtiya neteweyî û aştîxwazê bigihînin.”
 
Komek parlamenterên kevin, pêşmergeyên dêrîn, siyasetmedar, kesayetên serbixwe û xelkê herêma Raperîn û Silêmaniyê wê sibe li dijî alozî û hebûna hêzên PDK’ê û YNK’ê ber bi Zînî Wertê ve meşekê lidar bixin. Çalakvan wê li Zînî Wertê bang li hêzên leşkerî bikin ku vekişin.
 
Meş, ji aliyê Înîsiyatîfa Çalakvanên Siyasî ku di nav de parlamenterên kevin, pêşmergeyên dêrîn, siyasetmedar, kesayetên serbixwe û saziyên sivîl jî hene ve tê rêxistinkirin. Meş dê sibehê saet di 13.00’an de dest pê bike.
 
Înîsiyatîfa Gel a Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li Silêmaniyê bi awayekî girseyî biçin Zînî Wertê û peyama xwe ragihînin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;”Ji bo pêşîlêgirtina li plangeriya dijmin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê, em ê weke Înîsiyatîfa Gel a Silêmaniyê roja Çarşemê ber bi Zînî Wertê ve bimeşînin. Li wir peyama yekîtiya neteweyî û aştîxwazî bidin hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî. Daxwazê dikin ku hûn ê  jî beşarî çalakiya demokratîk bibîn. “
 
Tê gotin ku wê sibehê di saet 08.00’an ji Silêmaniyê ber bi Zînî Wertê ve derkevin rê.