Gaziyên Kobanê bi daxuyaniyê êrîşên li ser Zînê Wertê şermazar kirin

  • 13:56 28 Nîsan 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Komîteya Gaziyên Kobanê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Zînê Wertê girêdayî Başurê Kurdistanê bi daxuyaniyek çapemenîyê li goristana Ş. Dîcle şermezar kirin.
 
Ev bû demeke ku dewleta tirk bi alîkariya PDK'ê hewl dide ku herêma Zînê Wertê bi dest bixe. Rojane dewleta tirk bi êrîşên balafirên keşifê êrîşî Başurê Kurdistanê dike, her wiha hîna jî êrîş li ser Başurê Kurdistanê didomin. Di derbarê vê mijarê de Gaziyên Kobanê daxuyaniyeke çapemenîyê dan. Di daxuyaniyê de bi dehan gazî amade bûn. Her wiha di daxuyaniyê de alên Federasyona Yekîtiya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Gaziyan Şêrîn Osman ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wihaye:
 
"Di van rojên teng de û bi taybet di nav belavbûna Nexweşiya Korona de ku neteweyên yekbûyî bang dike ku dev ji her tiştî berdin û li hember vê nexweşiyê bisekinin, lê AKP vê rewşê ji xwe re wek fersendekê digire dest û êrîşên li ser Gelê Kurd ranawestîne. Li Bakurê Kurdistanê ji malbatên Şehîdan dixwaze ku navê zarokên xwe yên li ser gora wan bi Kurdî hatine nîvîsan rakin, yan jî wê gora wan ji binîve rakin û hilweşînin. Li Rojavayê Kurdistanê her roj bi destê çeteyên girêdayî AKP'ê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kuştin, revandin û talankirina li dijî kurdan tên kirin. Tevî van hovîtiya dewleta tirk di van demê dawî de dixwaze li Başûrê Kurdistanê şerê birakujî pêş bixe. Em her dizanin Partiya Karkerên Kurdistanê her roj banga aşitî û azadiyê dike. PDK'ê nêzî 72 baragehên leşkerî ya tirkan li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye û niha jî PDK destek dide dewleta tirk û hêzên xwe li Zinê Wertê kom dikin. PDK daxuyanî dide û dibêje Partiya Karkerên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê derkevin, ev daxuyanî nankorî ye, binpêkirina aşîtiyê ye û tenê dikeve bin xizmeta dewleta tirk û pêşî li ber birakujiyê vedike, ev jî daxwaza partiya AKP'ê ye.
 
Em wek saziya Gaziyên Kobanê vê planê şermezar dikin û bang PDK'ê dikin û  dibêjin nebin amûrê dijmin û em aşitî, wekhevî û yekîtiya kurdan dixwazin. Banga me ji hemû saziyên mirovan, rewşenbîr û kesên siyasetmedar e heye ku kesên ku xwedî wîcdan helwestên xwe li dijî van planên qirêj diyar bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bimre Faşîzma AKP'ê", "Bimre birakujî" û "Bijî wekheviya gelan" bi dawî bû.