Xizmên girtiyan: Ewlehiya canê girtiyan tune ye

  • 09:11 28 Nîsan 2020
  • Rojane
WAN - Xizmên girtiyan diyar kirin ku li girtîgehan li dijî vîrûsa koronayê tedbîr gelek qels in û gotin ewlehiya canê girtiyan tune. Her wiha malbatan daxuyakirin ku ew ji ber zarokên xwe yên li girtîgehan bi fikarin.
 
Ji ber vîrusa korona 3’yemîn pakêta darazê bi dengên AKP-MHP’ê ji meclîsê derbas bû, lê girtiyên siyasî di pakêtê de cih negirtin. Bertek û fikarên li dijî vê didomin. Hikûmetê li girtîgehan wek tedbîr tenê hevdîtin qedexe kirin. Ji gelek girtîgehan girtiyên bi telefonê bi malbatên xwe re hevdîtinê dikin diyar kirin ku tu alavên paqijiyê nadin wan û xwarina wan nebaşe, binpêkirinên mafan didomin.
 
‘Hevdîtinên telefonan kurt in’
 
Zekiye Orhan da zanîn ku hevjînê wê Abdullah Orhan li girtîgeha Tîpa T ya Wanê girtiye û got ji ber vîrûsê hevdîtinên telefonan derxistine 20 deqeyan lê ev têr nake û got: “Dayika wî nexweşe. Ji ber vê piranî li dayika xwe digere. Dema li min digere jî zarok gelek bêriya bavê xwe dikin û pê re diaxivin. Ji ber vê dor nayê min. Ez nikarim bi hevjînê xwe re biaxivim. Axaftina min ya hefteya borî 5 deqeyan berdewam kir. Tenê me lihev pirsî. Di mijara xwarin, vexwarin, paqjiyê de jî mixabin tu pêşketinek nû tune.”
 
‘Girtiyên kal jî hene' 
 
Hevjîna Huseyîn Karabulut yê li girtîgeha Tîpa L yê Kalkandere ya Rîzeyê girtiye, Rengîn Karabulut got şertên tenduristiyê nebaşin û wiha got: “Hevjînê min nexweşê gastrîtê ye. Em nizanin çawa xwedî dibe. Piştî vîrûsê di xwarinan de jî guherîn nekirin. Di koxuşa têde ye girtiyên kal jî hene. Hevjînê min got yên kal girtine koxuşek din.”
 
‘Ewlehiya canê me tune’
 
Meral Abî jî daxuyakirin ku birayê wê Necdet Abî li girtîgeha Tîpa F ya Wanê ye û got: “Birayê min got ‘li vir elehiya me tune’. Hevdîtina 20 deqe ya telefonê têr nake. Birayê min got rewşa wan her diçe xerab dibe, koxuşên gel wan xistine bin karantînayê. Li dijî vê bêguman di alî psîkolojîk de bi bandor dibin. Em ji ber vê bi fikarin.”