Jinên Şengalê: Êrîşa li dijî jinan êrîşa li dijî civakê ye

  • 09:04 28 Nîsan 2020
  • Rojane
Nesrîn Hisen - Ehlam Hecî
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê êrîşên li jinan de anîn ziman ji bo êrîş bi dawî bibin pêdivî ji hevgirtina jinan heye û wiha gotin:"Êrîşên li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Li dijî êrîşan divê hemû cîhan seferber bibe."
 
Jinên Şengalê yên ku di heman demê de bi tundiya çeteyên DAÎŞ'ê rû bi rû mane li dijî tundiya li ser jinan a ku zêde dibe nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin:"Êrîşa li dijî jinan êrîşa li dijî civakê ye. Divê em her dem di nava têkoşînê de bin da ku ev êrîş bi dawî bibe. Li hemberî komkujî û neheqiyê em ê her tim xwe biparêzin."
 
'Jin li ku derê bin bila bin li dijî qetilkirinê divê xwe biparêzin û bêdeng nemînin'
 
Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Hena Şengalî wiha got:"Em wekî meclîsa jinê kuştin û tundiya li dijî jinê şermezar dikin. Divê em hemû jin xwedî li mafên xwe derkevin. Zilm û zardarî her dem li ser jinê tên meşandin. Li Elmanyayê jî herî dawî mêrekî jina bi wî re zewicî di roja cejnê de qetil kir. Divê êdî ev qetilkirina bi dawî bê. Jin li ku derê bin bila bin li dijî qetilkirinê divê xwe biparêzin û bêdeng nemînin. Divê jin xwe di warê rêxistinê de pêş bixe."
 
'Êrîşa li dijî jinan êrîşa li dijî civakê ye'
 
Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Leylê Mehmûd jî wiha got:"Di serdemeke ku teknolojî û zanistî pêş ketiye de dîsa jî tundiya li ser jinê dewam dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Bêtehemuliya zihniyeta baviksalarî dibe sedema zêdebûyina tundiya li ser jinê. Hîn jî mêr nahêlin ku jin bikevin nav kar, sazî û xebatan. Em wekî TAJÊ hewil didin ku pêşî li tundiya li ser jinê bigire û xwe bigihêjin jinan. Êrîşên li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Li dijî êrîşan divê hemû cîhan seferber bibe.Êrîşa li dijî jinan êrîşa li dijî civakê ye. Divê em her dem di nava têkoşînê de bin da ku ev êrîş bi dawî bibe. Li hemberî komkujî û neheqiyê em ê her tim xwe biparêzin."