'Li dijî êrîşên dagirkeriyê gundê me di nava seferberiyê de ye'

  • 09:03 28 Nîsan 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jina bi navê Metra Îsa, gelek caran ji ber topbarana dewleta tirk a li ser gundê Bab El-Xêr di seferberiyê de ye. Metra ser jiyana gund a di nava êrîşan de wiha dibêje:" Tevî  ku tirkiyeyê xaka me dagir kiriye dixwaze me bi darê zorê biqewitîne. Em jî dibêjin ev warê me ye, em der nayên. Dîrok û nasnameya me li vir e, em tune nabin. Em ê ji nû de zindî bibin."
 
Mirov çiqas bêje tu hevok nikare berxwedana gelê herêmê li hember dagirkeran vebêje ango pênase bike. Ruxmî hemû zor û zehmetiyan  jî bi taybet dayik, dixwazin bi çanda berxwedanê bersiva dijmin bide. Yek ji wan dayikan jî Metra Îsa ya 60 salî ye ku tevî kurê xwe û 4 neviyên xwe, li gundê Bab El-Xêrê yê girêdayî navçeya Zirganê ku di xeta agir de ne û gelek caran jî rastî êrîş û topbaranê hatiye, dijîn. Ji bo naskirina jiyana gundê Bab El-Xêrê yê  di nav êrîşên dewleta tirk de, Metra axivî.
 
'Ev ax warê me ye, em der nayên'
 
Dayika Metra di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên ser gundê xwe û wiha got: "Em di nava jiyaneke seferberiyê de dijîn. Dewleta tirk bi şev û roj gundê me topbaran dike. Tiştekî dewleta tirk a dagirker li gel me tune ye û tiştekî xwe jî li gel  me winda nekirine. Ev ax ne milkê bavê wan e. Ev axa dapîrê me ne. Dîrok û nasnameya me li ser vê axê ye.  Çi dibe bila bibe, em ji vir dernakevin. Tevî  ku xaka me dagir kirine dixwazin me bi darê zorê biqewitînin, em jî dibêjin ev warê me ye, em der nayên."
 
'Pêwîstiyên me bi xizmetên jiyanî heye'
 
Metrayê bal kişand ser zehmetiyên ku di aliyê xizmetguzariyê de jî dijîn û wiha dom kir: "Ji dema ku dagirkerên tirkiyeyê êrîşî xaka me kirin,  ev 6 meh in ser de derbas bûn û heya niha eletirîka me tune ye. Em şevên xwe li ber çirayê heya berbangê derbas dikin. Pirsgirêka avê jî heye, elektrîka  me tune ye. Bi sedema nebûna elektrîkê bîrên me yên avê jî ji xizmetê derketine, ji ber bîrên me li ser eletrîkê  ne. Bîra min 6 meh in dilopek av jê derneketiye û nehatiye vêxistin. Ruxmî ewqase zehmetî û pirsgirêk jî  dîsa em li gund in, dernakevin lê pêwîstiya me bi xizmetên jiyanî heye."
 
'Ji ber guleyan em gelek carî di nava zeviyan de radizên'
 
Metrayê destnîşanê gundê ku çete lê bi cih dibin kir û ev yek anî ziman: "Dagirker nêzî 2 km. dûrî me ne, şevên me ne şev in, rojek bê  ku gule ji wir neyê berdan derbas nebûye. Gelek caran em li çolê û di nav zeviyan de di vê zivistanê de razane. Beriya çend rojan dîsa gule berdan, em heta berbangê li nava zeviyan razan. Ji ber guleyan em gelek carî di nava zeviyan de radizên. Du zarokên me yên cêwî jî hene, ji roja ku çavê xwe li cîhanê  vekirine, ji dengê top û guleyan nemane. Rastiya ku em li vir dijîn, ji wiha xirabtir e. Em dixwazin êdî alîkarî û destek ji bo me bê dayin."
 
'Em qir nabin, em ê zindî bibin' 
 
Metrayê bang kir ku divê civaka navneteweyî zextê li dewleta tirk bikin da ku ji warê wan derbikevin û wiha dawî li gotina xwe anî:" Çi karê tirkiyeyê ser xaka me heye? Ne tenê xaka me dagir dikin, dixwazin pergala me jî hilweşînin. Em dibêjin ku em hene û em ê hebin, em qir nabin, em ê zindî bibin."