Rûniştina Leyla Aydemîr hat dîtin: Dîsa ceza nehat dayin
- 14:48 27 Nîsan 2020
- Rojane
AGIRÎ - Doza Leyla Aydemir a 4 salî ku li Gundê Bezirganê winda bû û 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, hat taloqkirin.
3'yemîn rûniştina doza Leyla Aydemir a 4 salî ku li Gundê Bezirganê winda bû û 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat dîtin. Seroka Giştî ya Komeleya Têkoşîna li Dijî Îstismara Zarokan (UCIM), Saadet Ozkan û Alîgirê Serokatiya Giştî ya UCIM'ê Yucel Ceylan beşdarî rûniştina yek jê girtî 5 sûcdarên ji ber sûcê "Kuştina bi zanebûn" tên darizandin, bûn.
Heyeta dadgehê biryara berdewamiya girtina Yusuf Aydemir da û rûniştin taloqî 3'yê Temûzê hat kirin.