Ew ê Yenî Ozgur Polîtîka ji nû ve bê çapkirin

  • 14:39 27 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya li Ewropayê weşanê dike û ji ber Vîrusa Koronayê nedihat çapkirin, ew ê ji nû de bê çapkirin. Ew ê Yenî Ozgur Polîtîka di 4'ê Gulanê de ji nû de bê çapkirin.
 
Ji ber Vîrusa Koronayê gelek rojname çapkirina wan hat betalkirin û derbasî dîjîtalê hatin kirin. Yenî Ozgur Polîtîka jî ji wan rojanmeyan e ku çapa wê hatibû betalkirin. Ew ê Yenî Ozgur Polîtîka di 4'ê Gulanê de ji nû de bê çapkirin.
 
Nivîsa Editoryayê ya Yenî Ozgur Polîtîka wiha ye:
 
"Ji ber şerdên dijwar ên Vîrusa Koronayê em derbasî weşana înternetê bûbûn. Em ji 2'yê Nîsanê vir de bi weşana  înternetê hewil didin xizmetê bidin xelkê xwe. Em ê ji 4'ê Gulanê dîsa dest bi çapkirinê bikin. Ew ê rojnameya me bi 10 rûpelî bê çapkirin û di destpêkê de ew ê bigihêje ber destên aboneyên me. Piştî ku tedbîrên di warê Vîrusa Koronayê de bi dawî bibe ew ê dîsa li bayiyan bê belavkirin. Hûn jî dikarin piştigiriyê bidin Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka û hûn jî dikarin bibin parçeyekî kevneşopiya çapameniya azad. Di 4'ê Gulanê de bi hêviya hevdîtinê."