'Paçikên zer bi şaneşînan û paceyan bixin û rabin ser piyan'

  • 14:16 27 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL - Pêkhateya Jin bi hev re bi Hêz in di çalakiya xwe ya 3'yemîn de bi boneya 1'ê Gulanê Roja Karkeran bi dirûşma "Paçikên zer bi şaneşînan û paceyan bixin û rabin ser piyan" ew ê hefteyekê li ser medyaya civakî di nava çalakiyê de be.
 
Pêkhateya Jin bi hev re bi Hêz in ji ber Vîrusa Koronayê her hefte bi mijareke cuda çalakiyan li ser hesabên xwe yên twittirê, istagramê û facebookê li dar dixe. Pêkhateya Jin bi hev re bi Hêz in di çalakiya xwe ya 3'yemîn de bi boneya 1'ê Gulanê Roja Karkeran bi dirûşma "Paçikên zer bi şaneşînan û paceyan bixin û rabin ser piyan" ew ê hefteyekê li ser medyaya civakî di nava çalakiyê de be.
 
'Bila keda me bê dîtin'
 
Di daxuyaniya Pêkhateya Jin bi hev re bi Hêz in ku 160 rêxistinên jinan di nav de cihê xwe digire de wiha gotin:"Em wekî jin di qada kar de wekheviyê dixwazin û bila keda jinê bê dîtin. Kesên ku mecbûrên di sektoran de bixebitin divê destûra bi pere ji bo wan bê dayin. Em dixwazin gefa destûra bê pere bi dawî bê."
 
'Di qada tenduristiyê de jin ji mêran kêmtir pere digirin'
 
Di dewamiya daxuyaniyê wiha hat gotin:"Dema ku jinek û mêrekî bijîşk an hemşîre di bin heman şerdî de dixebitin jinên hemşîre û bijîşk ji mêran ji sedî 11 kêmtir digirin. Di qada tenduristiyê de jin ji mêran kêmtir pere digirin. Di heman demê de jinên penaber û koçber di bin şerdên bê ewle de jiyana xwe derbas dikin. Heta ku ev Vîrusa Korona ya global derbas bibe divê fatureyên elektirik, av, telefon, dogal gaz, internetê belaş be. Divê kirê nê girtin û alîkariya xurekê ya bê  pere bê kirin. Sîstema kapîtalîst a di dibin desthildatdariya mêr de ye her dem şerdên mirinê û tundiyê ava dike."