TTB: Divê êrîşkar bên cezakirin

  • 12:56 27 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Derbarê êrîşa li hemberî bijîşk Esra Ersoz Genç de TTB’ê daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir û banga cezakirina êrîşkar kir. 
 
 Li Nexweşxaneya Farabî ya Zanîngeha Teknîkê ya Karadanîzê ya Trabzonê, nexweşekî pençeşêrê ku bi vîrûsa koronayê ketibû, jiyana xwe ji dest da. Xizmên vî nexweşî êrîşî bijîşk Esra Ersoz Genç kiribûn. Êrîşkaran bi tûpê oksîjenê berî Esra dabûn û bi awayekî komî ketibûn herêma ku bijîşk û xebatkarên tenduristiyê jî bi kontrol dikevinê û xesar dabûn cam û amûrên tibî.
 
Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî da û êrîşa li dijî Esra şermezar kir. Konseyê, di daxuyaniya xwe de xwest ku tundiya li dijî kedkarên tenduristiyê ji rojevê bê derxistin û ev hişyarî da: “Heke ji devê rayedarên herî paye bilind helwest neyê nîşandan wê li vî welatî bijîşk nikarin xizmeta tenduristiyê bidin. Divê ku êrîşkar bên cezakirin.”