Li cîhanê hêjmara miriyan 207 hezarî derbas kir

  • 12:53 27 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên dawî li tevahiya cîhanê hêjmara kesên bi vîrûsê mirin 207 hezar derbas kir û hêjmara kesên bi şewbê ketin jî gihaşt 2 milyon û 995 hezar kesan. 
 
Şewba kurevî vîrûsa corona (Covît-19) her ku diçe li cîhanê belav dibe. Heta niha li tevahiya cîhanê 2 milyon û 995 hezar kes bi şewbê ketin. Li tevahiya cîhanê jî zêdeyî 207 hezar kes bi şewbê mirin. Her wiha li gorî daneyan, Emerîka, Spanya, Îtalya, Fransa, Elmanya, Brîtanya û Tirkiye di rêzên pêş de ne.
 
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 99 kesî bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 357 kes jî bi vîrûsê ketine. Bi vê yekê hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 2 hezar û 805 kesan û hejmara weqayên vîrûsê jî derket 110 hezar û 130 kesî. 
 
Li gorî daneyan, li Emerîka zêdirî 987 hezar û 322 kes bi vîrûsa korona ketine û 55 hezar û 415kesan jî jiyana xwe ji dest dane.  
 
Li Çînê  heta niha 4 hezar û 633 kes bi şewbê mirin û 77 hezar kesên bi şewbê ketin jî sax bûn.