‘PDK divê ne ji bo şer, ji bo yekîtiya neteweyî piştgiriyê bide’

  • 09:12 27 Nîsan 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari, ambaroya ku PDK’ê li hember Mexmurê pêk tîne û êrîşa hewayî ya dewleta Tirk nirxand û got: “AKP ji bo qada xwe ya şer berfireh bike hewl dide. Peywira PDK’ê ne piştgiriya ji bo şer e. Divê di mijara yekitiya neteweyî de bi hestiyar tevbigere.”
 
Li herêma Federal a Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ji 17’ê Tîrmeha 2019’an heta niha li hember wargeha Mexdurê ambargoyê pêk tîne û di 15’ê Nîsanê de jî Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) wargeh bombebaran kirin. Di bombebaranê de 3 jinam jiyana xwe ji dest da. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari polîtîka şer a AKP’ê nirxand.
 
‘Sîvîl hedef tên girtin’
 
Tulayê da zanîn ku di pêvajoya ku tenduristiya mirovan di xetereyê de ye û hemû welat li dijî vê vîrusê têdikoşin, AKP û MHP’ê stratejiya xwe ya şer gavekê pêşde biriye û şer gûrtir kiriye. Tulayê wiha got: “Li Lîbyayê li dijî hêzên Serrac, raste rast wan şer bi rêve bir û gav avêtin. Operasyonên ku navê wê dihat gotin aştiye pêk anîn. Di çapemeniyê de hat dîtin ku serkêşê van operasyonan leşkerên tirk û kadroyên Teşkîlata Îstîxbarata Millî a Tirk cih digirin. Her wiha em di nûçeyan de agahiyên  ku li Îdlîbê jî pevçûn dem bi dem lez dibin dibihizin. Desthilatdarî bi taybet berê xwe dide Iraqê jî. Em êrîşeke li dijî wargeha Mexmurê qebûl nakin. Em şermezar dikin. Bi qetilkirin 3 jinên jiyana xwe ji dest dan Tirkiyeyê dijminantiya xwe ya li dijî Gelê Kurd careke din nişan da.”
 
‘Peywira PDK’ê piştgiriya ji bo yekitiya neteweyî ye’
 
Tulayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku PDK’ê li Kurdistanê li nokteyên nû leşkerên xwe bi cih kirine û li gorî me li pişt vê Tifaqa Cumhur û Ergenekonê heye. Tulayê wiha berdewam kir: “Dîsa di vir de rola DYA’yê mezin e. Divê ev hemû bi hev re bê nirxandin.Ev rola PDK’ê nayê qebûlkirin. Peywira PDK’ê ev e ku piştgiriyê bide yekitiya neteweyî û bi hestyar tevbigere.”
 
‘Gavên şer yên AKP’ê tên dîtin’
 
Tulayê di dawiya axaftina xwe de der barê sewqiyatan de jî axivî û got li gorî vê wê di rojên pêş de tevgerek mezin bê dîtin û got: “Yek ji mijarên krîtîk jî ev e ku ji Cerablusê guzergahên Dîlok û Rihayê tên bikaranîn û ji bo herêmên Grî Sipî û Serêkaniyê gelek kes ji Tirkiyeyê birine wir. Di van rojên vîrusê de AKP ji bo demografiya Bakur û Rojhijlatê Sûriyeyê biguhere, gavan davêje.”
 
‘Piştevaniya gelan şert e’
 
Tulayê di dawiyê de bang li AKP’ê kir ku divê demildest, dest ji polîtîkayên şer berde û got: “Em baş dizanin ku rejîma yek kesî ji şer xwedî dibe. Em bang li gelan dikin. Piştevaniya gelan şert e.”