Elîf Haran: Hikûmet li dijî girtiyên siyasî hiqûqê binpê dike

  • 09:07 27 Nîsan 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
AMED - Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran diyar kir ku polîtîkayên hikûmetê yên li dijî girtiyên siyasî dijhiqûqî ne û got ku di vê pêvajoyê de herî zêde girtiyên nexweş bi xeterekeye mezin re rûbirû ne.
 
Vîrûsa Koronayê ku ewil li bajarê Wuhanê yê Çînê lê hat tespîtkirin, roj bi roj belav dibe. Li Tirkiyeyê jî her ku diçe hejmara miriyan û kesên bi vîrusê dikevin bi hezaran tê pênasekirin. Ji ber xeteriya vîrusê ku belav dibe gelek welatan deriyên girtîgehan vekirin û girtî serbest berdan. Li Tirkiyeyê jî wekî tedbîr qanûna înfazê hate amadekirin û ji parlamentoyê hat derbaskirin. Lê di vê pakêtê de ji bo girtiyên siyasî tu tişt nehat kirin û di pakêtê de cih ji wan re nehat dayîn. Niha li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên nexweş hene û ji van gelek jê rewşa wan girane. Ji bo berdana girtiyên nexweş tu hewledanên dewletê tune ne.  Der barê rewşa girtiyên nexweş de Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TUHAD-FED) Elîf Haran axivî.
 
'Semîre Dîrekçî 23 sal in girtî  ye û rûviyên wê jî derve ne'
 
Elîfê diyar kir ku  bi salane di bin şert û mercên herî giran de girtiyên nexweş têkoşînê didin û got ku di pêvajoyeke wiha de rewşa wan girantir bûye û ev tişt anî ziman:" Li girtîgeha Amedê, ne gengaze ku di şert û mercên heyî de hejmara girtiyan were dayîn. Di şert û mercên girtîgehê de, kesên  ku demek dirêj girtî mane û girtiyên nexweş hene.  Mînak Semîre Dîrekçî ya ku 23 sal in di Girtîgeha  jinan a Amedê de girtî ye, çend mehan di greva birçîbûnê de ma û nayê dermankirin. Ji ber ku rûviyên wê  çalakbûna xwe wenda kirine,niha rûviyên wê jî derve ne. Mehmet Emîn Ozkan bi salane di girtîgehê de ye û rapora wî ya  nikare di zindanê de bimîne  heye. Lê li gel raporê jî nayê berdan. Herwiha ji bo serbestberdana Mehmet malbat û parêzeran serlêdan jî kir û ev serlêdan jî hatin redkirin. Nêzîkatiya li hemberî girtiyên  nexweş  ne mirovî û ne jî hiqûqî ye."
 
'Hikûmet polîtîkayên dijminane dide meşandin'
 
Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku hewceye girtiyên nexweş bi lez û bez bên berdan û wiha pê de çû:" Her çiqas raporên nikarin di girtîgehê de  bimînin hebin ji ev bi rêbazeke cuda tên astengkirin.   Dema ku bi awayeke mirovî ev rapor bên nîqaşkirin wê bê dîtin ku ne gengaze mirovek di nav van şert û mercan de bi tendurist bimîne. Ji ber ku di mînaka girtîgeha Şakran û Bucayê de tê dîtin, ev nexweşî dikare bi rehetî bê veguhestin û ne pekane ku ev kes  bijîn. Divê girtîgeh bên valakirin. Neberdana girtiyên siyasî û ji derveyî vê qanûnê hiştina wan wê bi xwe re pêşiya aloziya veke. Vê qanûnê careke din nîşan da ku dewlet kesên ku wekî wan nefikire wek dijminê xwe dibîne û polîtîkayên xwe jî bi awayekî dijminane dide meşandin. Kes ji ber fikir û ramanên xwe di girtîgehan de tên girtin. Di xala makeqanûnê ya 10'emîn de wekhêvî heye û dibêje ku divê ol,ziman, raman jî hev cuda neyên girtin. Bi vê qanûna nû AKP û MHP'ê qanûn tune hesibandine."
 
'Li  gel 64 saziyan me kampanyaya da destpêkirin'
 
Elîfê da zanîn ku di vê pêvajoyê de herî zêde girtî bi xetereyê re rû bi rû ne û wiha dirêjî da axaftina xwe:" Piştî ku Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê vîrûs wekî pandemî  ragihand bêguman destpêkê her kes li girtiyan fikirî. Ji ber ku di şert û mercên gitîgehêde parastina ji vîrusê  ne pêkan. Me wekî  MED TUHAD-FED’ê  daxwaznameyek ji wezareta dadê re şand. Dîsa, malbatan serî li Wezareta Dadê dan. Di dawiyê de me li gel 64 saziyan kampanyaya da destpêkirin. Ev kampanya hem li hûndir û hem jî li derveyî welat bûye dengê girtiyan. Lê hikûmetê xwe ker kir û girtiyên siyasî terikî qedera wan kir. Lê wekî her pêvajoyan di vê pêvajoyê de jî em ê bibin dengê girtiyan. "
 
'Têkoşîna me ya demokratîk wê  bidome'
 
Elîfê herî dawî got ku di van rojên zehmet de jî  ew ê li gel malbatên girtiyan di têkiliyê de bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:" Em wekî sazî  di vê pêvajoyê de jî li gel malbatan di têkiliyê de ne. Binpêkirina mafên girtiyan, hevdîtinên ku malbat bi zarokên xwe re dikin ji me re radigihin û em jî her vê dikin rapor û her hefteyê ji raya giştî re parve dikin.  Em ê têkiliya xwe ya bi malbatan re zêdetir bikin. Têkoşîna me ya demokratîk wê  bidome. Hewceye ku hikûmet di vê qanûnê de gavê paş biavêje û bi lez girtiyên siyasî berde. "