Prof. Dr. Ozlem Kurt: Di meha Remezanê de baldar tev bigerin

  • 09:06 27 Nîsan 2020
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE- Prof. Dr. Ozlem Kurt Azap ya di Heyeta Şopandina Covîd-19 a TTB’ê de cih digire, diyar kir ku di şertên heyî de dipan ku di hefteya dawî ya Nîsanê de bigihêjin nokteya jor lê di 10’ê Nîsanê de beriya qedexeya derketina derve bi hezaran kes derketin kolanê û vê ev bir Gulanê û got: “Di meha Remezanê de jî divê tedbîr û navbera civakî esas bê girtin.”
 
Prof. Dr. Ozlem Kurt Azap ya di Heyeta Şopandina Covîd-19 a TTB’ê de cih digire û endama Hîndekariya Beşa Mîkrobiyolojiyê ya Klînîk û Nexweşiyên Enfeksiyonê ya Zanîngeha Başkentê ye, der barê daneyên ji aliyê wezaretê ve tên aşkerakirin û li Tirkiyeyê têkoşîna li dijî vîrusê nirxandin kir.
 
Ozlemê da zanîn ku der barê daxuyaniyên Komeleya Toraks de ku mirin li gorî çi ne de agahîya wan tune û got: “Der barê vê mijarê de pêşniyarên Rêxistinên Tenduristiya Cîhanê (DSO) hene. Hejmarên DSO dibêjin mirinên ku testên wan pozîtfin. Tirkiye jî wisa aşkera dike. Li vir pirsgirêk tüne ye lê hinek kesên testa wan negatîf û dimirin hene. Lê salek şûnde em ê bêjin test negatîf bû lê ji ber vîrusa korona evqas mirin hebûn.”
 
‘Divê tevgera civakî bê astengkirin’
 
Ozlemê der barê rêbazên tedbîra li hember vîrusê de wiha got: “Esasa herî girîng kêmkirina navbera civakî ye. Vîrus çawa tê kêmkirin? Divê pêşî lê bê girtin ku kes bi vê nexweşiyê nekevin. Yanî bi dermankirina nexweşiyê pêşî lê nayê girtin. Divê di vî alî de tevgera civakî bê astengkirin. Ji 10’ê Nîsanê de dawiya hefteyan qedexe tê îlankirin. Lê ev têr nake. Piştî du rojan her kes diçe kar, wesayîtên veguhestina komî bi kar tînin. Ji ber vê jî du roj qedexe têr nake.”
 
‘Rewşa rast wê di rojên pêş de derkeve holê’
 
Ozlemê balkişand ser daxuyaniya wezareta tenduristiyê ya wekê ‘ji sedî 30 nivên beşa giran tije ne û li gorî welatên din rêjeya mirinê li Tirkiyeyê kêm e’ û destnîşan kir ku ev dane wê di demên pêş de bên nirxandin û bi rêbazên zanistî jî sedemên van rewşan di rojên pêş wê derkevin holê.
 
‘Di serê Gulanê de pêkane em bigihêjin nokteya jor’
 
Ozlemê wiha got: “ Di rewşa heyî de dihat payîn ku di hefteya sêyemîn a Nîsanê de em bigihêjin nokteya jor. Lê mixabin 10’ê nîsanê de beriya qedexeya derketina derve bi dehezaran kes ketin kolan û vê jî bêguman ev bir meha Gulanê. Yanî em dikarin bêjin ku di serê meha Gulanê de em ê bigihêjin serê gir. Piştî vê jî tê payîn ku di alî sîmetrîk de kêmbûn heye. Ev bêguman nayê wateya ku em rehet tevbigerin. Divê dîsa em baldar tevbigerin.”
 
‘Di meha Remezanê de baldar tev bigerin’
 
Ozlemê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber meha Remezanê divê tedbîr û navbera civakî neyê piştgûhkirin û got: “Divê em bi hemû hêza xwe li hember vîrusê bi tedbîr bin. Dibe em rastekê bibînin lê divê em dîsa bi baldarî tevbigrin. Divê navbera civakî bê parastin. Her rewş ji bo me bi rîsk e. An jî wê hemû hewldan vala derkevin.”