Hevseroka HDP’ê: Li dijî jinên Botanê polîtîkayên taybet tên meşandin

  • 09:05 27 Nîsan 2020
  • Rojane
SÊRT- Bi salane li Kurdîstanê bi taybetî li dijî jinên kurd polîtîkayên têkbirin, bişaftin û tunekirinê berdewam dikin. Der barê van polîtîkayên îktîdarê yên taybet de Hevseroka HDP’ê ya Sêrtê Belkis Epozdemîr axivî. 
 
Bi salane li Kurdistanê ji aliyê îktîdarê ve  polîtîkayên cûr bi cûr tên pêkanîn.  Di çarçoveya polîtîkayên bişaftinê de bişaftina ziman, çand, huner û tunekirina dîrokê gelek tişt tên kirin. Sêrt jî yek ji van bajarên ku polîtîkayên  taybet  tên meşandin e. Der barê polîtîkayên ku dewlet li bajarê Sêrtê dide meşandin Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Belkis Epozdemîr nirxandin kir. Belkisê diyar kir ku di salên 90’an de heta roja îro bi taybetî li ser jinên kurd polîtîkayên taybet tên meşandin û got ku lê tevî hemû polîtîkayên têkbirinê jinên Botanî tu caran di sekna xwe ya berxweder de tavîz neda. 
 
‘Jinên Botanê bi polîtîkayên tekbirine re rûbirû ne’
 
Belkisê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li gel polîtîkayên koçberkirin û valakirina gundan  di şexsê jinan de xwestin qirkirineke çandî pêk binin û got ku jin zêdetir bi xwedîderketina çanda xwe ev polîtîka vala derxistin û wiha axivî:” Ev 2 meh in ku em di kongreya nû de hatin hilbijartin. Niha herêmeke wekî Botanê cîhan jî dizane û tevahiya gelê kurd jî dizane ku ji aliyê birêxistinî û welatpareziyê ve gelekê bi rûmet e. Lê mixabin dema ku mesele dibe çalakbûyin jin xwe paşve dihêle. Ji salên 90’an heta roja me ya îro  li ser jina kurd polîtîkayên herî qirêj tên meşandin. Di sala 94’an bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Li gel van polîtîkayan perçiqandin bişaftin gihişt asta herî bilind û polîtîkayên pergalê zêde bûn.  Ev polîtîkayên bişaftinê yên heta roja me ya îro hatin, niha ne di heman hêzê de ye. Jinên Botanê siyasî, aborî, çandî û civakî di her qadan de bi polîtîkayên têkbirinê re rû bi rû man”
 
‘Em li gel jinan e’
 
Belkisê bi domdarî anî ziman ku  li ku derê pirsgirêkeke jinan hebe ew xwe digihîjin wir û wiha pê de çû:"Jin di civakê de sedî 50’yê digire. Lê pirsa sereke ew e ku jin di nava civakê de xwedî çiqas gotin e.  Pêdivî pê heye ku em vê pirsê ji xwe bikin. Mejiyê mêr û mejiyê pergalê dixwaze bi van polîtîkayan jinan ji her tiştekî bêpar bihêle. Em di destpêkê de li dijî vê hişmendiyê têdikoşin. Xebatên me yên di qada jinê de berdewam dikin. Herî zêde jin bi giliyên tundiyê tên. Ger ku mirov di siyasetê de cih bigire, hewce ye ku li dijî van pirsgirêkan em hunera çareseriyê jî ava bikin. Li hemberî vê yekê em jî diçîn li gel jinan û tu pirsgirîkan wan hebe, çiqas ji destê me were em jê re dibin hêza çareseriyê. Ev 2 mehin em hatine hilbijartin lê heta niha 20 pirsgirîkên jinan ji me re  hatine. Me ev pirsgirêk çareser kirine, na. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hewceyî bi civaka ku di warê aborî de bi hêz e, heye. Em ji wan re sedî sed nebin çareserî jî em li cem wan disekinin û piştgiriyê didin wan."
 
‘Di salên 90’î de vala kirin niha jî di bin bendavan de dihêlin’
 
Belkisê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bendavan û got di salên 90’an de gund dihatin valakirin, niha jî bendav tên çêkirin û ev tişt got:” Di salên 90’an de gund dihatin valakirin, niha jî gundan di bin bendavan de dihêlin. Nêzî 40 gundên derdora Sêrtê di bin bendavan de hiştin. Bajarekî wisa bi xwezaya xwe û erdnîgariya xwe bi nav û deng dibe ku heta 50 salên din wê bibe çolistan. Ji vê qirkirina ekolojîk jî herî zêde jin bandor dibin. Rêbaz guheriye, lê heman polîtîka tên meşandin. Gundên me yên herî avîn niha di bin bendavan de hiştine. Çi pirsgirikeke civakî yê Sêrtê hebe, em wekî HDP jê re bibin çareserî. Tevgera jinê tevgera herî bi hêz û xurt e.  40 sa lin ev têkoşîn bi pêşengiya jinan tê meşandin. Di zehmetiyan de, astengiyan de jinên têkoşer tu caran serê xwe netewandine. Ji xwe li dijî jinan tirsa herî mezin jî ev e. Pergal dixwaze jinê di hundir de bihêlin. Lê em ê wekî jinên Botanî li her qadan û her deveran têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên têkbirinê bidin meşandin. Li dijî bendavan û polîtîkayên têkbirinê em ê tebikoşin.”