'Li dijî êrîşa goristanan divê tu partî û sazî bêdeng nemînin'

  • 09:03 27 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA'ê Ayşe Çelîkbîlek derbarê êrîşên li dijî goristanan de wiha got:"Divê ev bê wicdanî û bê hiqûqî neyê qebûlkirin. Ji ber vê yekê ligel hemû saziyên jinan, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên olê, li ber vê êrişê bêdeng nemînin û bi piştgiriya hev deng derxînin."
 
Dewleta tirk di vê pêvajoya dijwar de jî êrîşên xwe kêm nake. Dîsa kevirên goran dişikînin û bi hinceta nivîsa kurdî li ser kevirên goran hatiye nivîsîn keviran dişkînin. An jî bi hinceta tîpên X,Q,W keviran dişkînin. Wan, Mûş û herî dawî li gundên navçeya Farqîn û Liceyê li dijî gorên PKK’yiyan êrîş pêk anî. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Çelîkbîlek di der barê vê mijarê de axivî û bang kir ku divê  hemû saziyên jinan, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên olê vê bê vicdaniyê qebûl nekin û bi hev re tev bigerin.
 
'Êrişên dewleta tirk ketiye asteke rûreşiyê'
 
Ayşe destpêka axaftina xwe de diyar kir ku zîhniyeta dewleta tirk xwe bi hilweşandin û wêrankirina nirxan ve dide jiyîn. Ayşeyê wiha bi lêv kir: "Dewlet dema ket tengasîyê wê demê bi hêzên zext û zordarîyê xwe li ser piyan dihêle.  Ji bo ku nikarin vî welatî bi rê ve bibin êrîşên li ser nirxên mirovahiyê dikin. Hewldanên dewleta tirk ji bo êrîşên nirxên mirovahiyê ketiye asteke rûreşiyê."
 
'Bi salan e dayikên kurd ji bo ku gorên zarokên wan çêbibe têdikoşin'
 
Ayşeyê destnîşan kir ku gelek dayikên me bi salan e ji bo ku gorên zarokên wan çêbbiin di nav çalakî û kolanan de ne û wiha pê de çû: " Bi sedsalan e hikûmet li ser goran  e. Ev tişt xwe bi veşartina gorên Şêx Seîd û hevalên wî diyar dike. Gorên wan ji civakê hat veşartin û çalakiyên dijmirovahî hê jî didin meşandin. Li hin hêrem û newalan de hê jî gorên komî henin. Ji bo mînak; Dayika Taybet ku hê jî di bîr û hişê me de ye cenazeyê wê heft roj di nav kolanê de hat sekinandin. Her wiha dayika Aysel Tugluk dema cenazeyê wê dihate definkirin rastî êrîşan hat û ji gora wê derxistin û li cihekî din hat definkirin. Mînakên bi wî awayî gelek di nav civaka Kurdan de heye. Herî dawî jî  cenazeya kurê dayika Halîse bi rêya kargoyê hat dayîn. Van polîtîkayên taybet herî zêde li ser nirx û hêjahiyên civakê tê leyistin. Goran terorîze dikin û bi wî awayî polîtîkayên xwe rewa dikin. Nexweşiya xwe ya nijadperestiyê li ser dijminahî û faşîzmê nîşan didin.
 
'Bi hinceta tîpên kurdî ya şikandina keviran dijminatiya çand û zimanê kurdî ye'
 
Ayşe anî ziman ku bi rêya bikaranîna malbatan  hêjahiyên civakê dixin bin îşkenceyê û wiha dewam kir:"Li ber çavên malbatan hilweşandina goran bi kîjan derûniyê tê ravekirin. Dewlet li gorî qeydên ku di destan de ye cenazeyên definkirî re jî îşkence dike û her ku diçe bi konseptên nû êrîşan dikin. Hin caran wêne û flamayan hin caran jî tîpên ku zimanê kurdî de henin (X,Q,W) dike hincet. Lê armanca wan li ser civakê pêkanîna şer a derûniyek taybet e. Dibêjin qey bi van êrîşan civaka kurd ji çand û zimanên wan dûr dixin lê beravajî kurd ji bo çand û zimanê xwe bêhtir têdikoşin. Ew tenê bi wî awayî bê vijdan û bê exlaqîya xwe nîşanê civakê didin."
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku ji bo gor û goristanan bi hestiyarî tev bigerin û vê bêwicdanî û bê merhemetiyê qebûl nekin û wisa dawî li axaftina xwe anî: " Em wek jinên TJA'yê vê bêwicdanî û bê hiqûqiyê qebûl nakin û ji ber vê yekê ligel hemû saziyên jinan, rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên olê re bang dikin ku li hember vê êrişê bi piştgiriya hev deng derxînin. Divê goristanan re rêz bê girtin."