Şêniyên Um El-Kêfê: Em dixwazin êrîşkar û dagirker ji axa me derkevin

  • 09:02 27 Nîsan 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ- Şêniyên Gundê Um El-Kêfê  yên ku rojan e rastî topbarana artêşa dewleta tirk tên, derbarê van êrîşan de dibêjin: "Li hember topbarana artêşa dewleta tirk her kes bêdeng e. Em dixwazin  êrîşkar û dagirker ji axa me derkevin û em vegerin ser axa xwe û wekî berê bijîn."
 
Artêşa  dewleta tirk û komên girêdayî wê di 25'ê Nîsanê de bi giranî gundê Um El-Kêf, Til Cûma ya Aşûriyan û cihê ku Hêzên Rûsiya lê dimînin, her wiha derdora navçeya Til Temirê, topbaran kirin. Têkildarî topbarana gundê Um El-Kêfê de şêniyan nêrîn û bertekên xwe yên li dijî êrîşan û bêdengiya hêzên Rûsyayê anîn ziman.
 
'Di saetên derengîya şevê de gundê me topbaran dikin' 
 
Ziheya Ewad  yek ji şêniyên gund e ku  dema topbaranê xwe dispêre qiraxa çemê Xabûr wiha dibêje: "Hema em hatin ser xwarinê da ku em sihara xwe bikin dengê çekên giran û topanê hat, di saetên derengîya şevê de gundê me topbaran dikin. Derdora gund wekî baranê, dane ber topan, ji bo  ku em xwe biparêzin me xwe spart qiraxa çemê Xabûrê. Paşê em çûn gundê Til Kêfçîyê û beriya çend saetan em vegeriyan gund. Hêviya me di vê meha Remezanê de ew e ku em vegerin wekî berê,  xweştir bijîn û jiyanê xweş û geş bikin."
 
'Tirkiyeyê bêyî alîkariya Rûsya û Amerîka nikare gavekê pêş de bavêje'
 
Ehmed Mihemed jî helwesta xwe li hember hêzên Rûsyayê û topbarana dewleta tirk de wiha anî ziman: "Artêşa tirk û komên girêdayî wê bê ser û ber gund topbaran dikin. Di vê meha pîroz de her kes ji xwedê dilovaniyê  dixwaze, tenê dewleta tirk a dagirker rojan e me topbaran dikin û dixwazin xwîna gelên Sûriyeyê, vexwin. Tirkiye bi tenê nikare xaka me dagir bike bi alîkariya Rûsya û Emerîka ev yek pêk tê û dewam dike. "
 
'Rûsya nikare xwe biparêze heya ku were me biparêzê'
 
Ehmed hebûna Hêzên Rûsya yê û helwesta wan a li hember êrîşkaran wiha bi bîr xist û ev tişt got: "Qaşo Rûsya hatiye me biparêze û ew bi xwe jî li hember topbarana wan bêdeng dimîne,  mînaka wê jî dema ku cihê wan hat topbarankirin. Eger Rûsya me biparasta îro em rastî topbaran û dagirkeriyê tirk nedihatin. Em dixwazin  êrîşkar û dagirker ji axa me derkevin. Hêviya min ew e ku di vê meha  pîroz de dagirker ji xaka Sûriyeyê taybet ji ya me derkevin û em vegerin wekî berê bijîn."