Jin wê di roja 112'an de li ser medyaya civakî li aqûbeta Gulistanê bipirsin

  • 12:01 26 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Dokû 112 roj derbas bû nehat dîtin. Saziya Jinan a Rosa  ji bo ku balê bikşînin ser neditina Gulistanê wê îro li ser medyaya  civakî bi etîketa VidoeCozulsunGulistanBulunsun wê li aqûbeta Gulistanê bipirsin.
 
Xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Dokû, ji 5’ê çileyê ve winda ye û 112 roj derbas bûn hîna Gulîstan nehatiye dîtin.  Piştî windabûna Gulistanê  lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê heta niha tu pêşketin di lêpirsînê de tune ye.
 
Saziya Jinan a Rosa  ji bo ku balê bikşînin ser neditina Gulistanê  wê îro li ser medyaya  civakî di roja 112'an de li Gulistanê bipirsin.  Di daxuyaniya ku hat dayin de wiha hat gotin:" Ev 112 roj in Gulistan winda ye. Lê em bawer in ku ger em bibin yek em ê di demeke nêz de Gulistanê bibînin. Ji bo çalakiya ku em ê di 26'ê Nîsanê de li ser medyaya civakî pêk binin, em li benda piştgiriya hemû jinan in.