Xwişka girtiyê nexweş: Derman nayên dayîn, nabin nexweşxanê

  • 09:13 26 Nîsan 2020
  • Rojane

MÊRDÎN - Xwişaka girtiyê nexweşê kronîk, Îzzet Turan, Leyla Turan destnîşan kir ku dermanên birayê wê bi rêk û pêk nayên dayîn ji ber vê fikarên wan zêde bûne û got divê girtiyên siyasî jî demildest serbest bên berdan.

Jİ ber vîrusa korona (Covîd-19) qanûna înfazê ya hat derxistin, girtiyên siyasî tê de cih negirtin û ji ber vê jî fikarên malbatên girtiyan her diçe zêde dibin. Ji agahiyan tê fêmkirin ku li gelek girtîgehan tedbîr nehatine girtin, binpêkirinên mafan didomin, alavên paqijiyê nayên dayîn û bi taybet jî girtiyên nexweşên kronîk di rîskê de ne. Yek ji van girtiyan jî Îzzet Turan yê li girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê girtî ye. Xwişka wî Leyla Turan diyar kir ku gelek nexweşiyên wî hene û nikare xwe bigihîne dermanên xwe.

‘Her carê daxwazname hatin redkirin’

Leylayê bi lêv kir ku Îzzet 24 sal e girtî ye û nexweşiyên wî yên koah, ankîlozan spondîlît, bronşîta kronîk-astim, êşa noropatîk a kronîk, helîna hestî, mîgren, fîbromîyalî, fitqa piştî, guatr, di gurçik û îdrarê de kevir, hemoroît, nerehetiye roviyan, ulsera mîdeyê û felça rû hene. Leylayê got berê ji bo berdana bi kontrol gelek caran daxwazname dane Wezareta Dadê lê her carê bi hincetên cuda hatine redkirin.

‘Ji xwe rewşa wî nebaşe, di vê pêvajoyê de girantir bû’

Leylayê destnîşan kir ku birayê wê di hevdîtina dawî ya telefonê de diyar kiriye ku li dijî vîrusê tu tedbîr nehatine girtin û got: “Birayê min nexweş e. Ji ber vîrûsê niha rîsk zêdetir bûye. Ev rewş me malbatê ditirsîne. Em li derve nikarin xwe biparêzin. Birayê min got ne rûpûş, ne lepik hatiye dayîn. Alavê paqijiyê jî kêm dane.”

‘Derman li gorî kêfa rêveberiyê tê dayîn

Leylayê daxuyakirin ku ji ber vîrusê revîr jî nayên bikaranîn û got: “Birayê min nikare dermanên xwe jî bigire. Nikarin biçin nexweşxanê. Demanên wî divê her tim bên bikaranîn. Lê dayîna dermanan jî girêdayê kêfa rêveberiyê. Her wiha hevdîtinên 10 deqeyî yên telefonê jî bûne bi pere.”

‘Divê demildest ji vê şaşiyê vegerin’

Leylayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji ber vîrusê her roj bi tirs dijîn û got: “Tu kes wek me malbatên girtiyan nizanin ku mirov çawa bi tirs dijîn. Ji roja vîrus derketiye em ditirsin. Me xwe ji bîr kiriye em ji bo wan di fikaran de ne. Divê girtiyên siyasî demildest bên berdan. Hêviya me hebû ku bên berdan. Lê mixabin xeyalên me têk çûn. Divê demildest ji vê şaşiyê vegerin û girtiyên siyasî bên berdan.”