‘Girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin’

  • 09:10 26 Nîsan 2020
  • Rojane

MÊRDÎN - Vasîsiyê girtiya nexweşa pençeşêrê Havva Ak ya li girtîgeha Gebzeyê giritye wiha got: “3’emîn pakêta darazê, pakêteke ku desthilatdariyê tenê ji bo alîgirên xwe derxistiye. Girtiyên siyasî bi vî awayî jî terkî mirinê hatin kirin.”

Li girtîgehan binpêkirinên mafan roj bi roj girantir dibin û der barê vê de jî fikar zêde dibin. 3’emîn pakêta darazê ya bi dengên AKP-MHP’ê ji Lijneya Giştî ya Meclîsê derbas bû, girtiyên siyasî têde cih negirtin û li dijî vê bertek didomin. Bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehane û her wiha xetereya vîrusa korona jî bi lez belav dibe. Malbatên girtiyan û hemû mirovahî ji ber vê vîrusê bi tirs û fikarin. Girtiya nexweşa pençeşêrê Havva Ak jî yek ji van girtiyan e û li girtîgeha Gebzeyê girtiye. Vasîsiyê Havvayê, Sînan Sayan diyar kir ku divê girtiyên siyasî demildest bên berdan.

Dermankirina Havvayê nayê kirin

Havva Ak yek ji 74 girtiyên nexweş yên jin ya di lîsteya girtiyên nexweş ya ÎHD’ê de cih digire ye. Havva li girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê girtî ye. Havva ya 48 salî ye 4 sal berê teşîsa pençeşêra memikan lê hat kirin. Li girtîgehê dermankirina pençeşêrê dît û rewşa tenduristiya wê nebaş e.Di heman demê de ji malzaroka xwe nerehet e û bi rîska pençeşêra malzarokê re rûbirû ye. Vasiyê  Havvayê, Sînan Sayan jî bal kişand ser rewşa Havva û girtiyên nexweş û wiha got: “Havva di 1972’an de li Manavgat a Antalyayê hatiye dinê. Di 2004’an de Sûriyeyê Havva radestê Tirkiyeyê kir. 16 sale di girtîgehêde ye. Ewil li girtîgeha Meletiyê bû. Niha li ya Gebzeyê ye. Nexweşa pençeşêrê ye. Niha nayê dermankirin. Kontrolên wê yên rutîn yê 3 mehan hene. Lê ji ber vîrusê nikare biçe Nexweşxaneya Kocaeliyê. Ev mehek zêde ye jî dermankirina wê ya bi dermanan jî nayê kirin. Çend caran dane lê bi rêk û pêk nadinê.”

‘Girtiyên siyasî terkî qedera wan hatine kirin’

Sînan di berdewamiyê de bi lêv kir ku girtî li girtîgehê ji vîrusê nayên parastin û got: “Li girtîgehan li dijî vîrusê tu tedbîr tüne ne. Girtî tenê bi derfetên xwe li dijî vîrusê têdikoşin. Niha di şertên girtîgehê de hevalên nexweş hene. Desthilatdariyê 3’emîn pakêta darazê tenê ji bo xizmên xwe derxistiye. Girtiyên siyasî têde cih negirtin. Bi vê nêzîkatiyê girtî terkî qedera wan hatin kirin. Ez ji ber rewşa Havvayê bi fikarim. Şert û mercên girtîgehê ji bo hevalên dermankirina pençeşêrê dibînin ne baş e. Roja pêncşemê min bi telefonê hevdîtin kir. Wê jî got bi derfetên xwe, parastina xwe dike. Got rêveberiyê tu tedbîr negirtiye.”