'Pêwîstiya me bi ceryanê heye ji bo van rojên zehmet'
- 09:05 26 Nîsan 2020
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Jinên gundên Navçeya Zirganê,derbarê dagirkeriya dewleta tirk û topbarana gundên xwe, qutbûna ceyranê bi hatina rojiyê re betekên xwe anîn ziman û gotin: "Li dijî dagirkeriyê em bi israr in ku li mala xwe bimînin, lê pêwîstiya me bi ceryanê heye, da ku em bikarbin van rojên zehmet derbas bikin."
Dewleta tirk ne tenê bû sedema dagirkerî qirkirin, qetilkirin û revandinê di heman deme de û bi xwe re pirsgirêkên mîna qutbûna ceyran û av ê jî anîn. Li navçeya Zirganê 40 gund ev 6 mehin bê ceryan dijîna. Ceyrana ku ji ber topbaran û êrîşan li gundê Menax qut bûye heta niha jî pirsgirêka wê nehatiye çareserkirin. Qutbûna ceryanê ji bo tevger û jiyana gundiyan bûye astengiyek pir mezin. Têkildarî mijarê jinên gundê Bab El-Xêr, Bab El-Ferec ên girêdayî Navçeya Zirganê axivîn û nerînên xwe ji ajansa me re parve kirin.
'Pêwîstiya me bi çêkirina xeta ceyranê heye'
Nûra Şêxmûs a ji gundê Bab El-Xêr e diyar kir ku dewleta tirk bû 6 meh ceyrana wan qut kiriye û wiha pê de çû: "Ji aliyekî dagirkerî û ji aliyê din jî şevreşî. Şevê du seatan em jenetorê vêdixin, lê mazot jî têrê nakê û tamîrkirina wê jî gelek pere dixwaze. Ji ber wê em zehmetiyan dikşînin. Ev 6 meh in tirkên dagirker ceyran ji ser me qut kirine, ceyran nebe av jî tune ye. Di heftiyê de du caran Şaredarî tê li gund avê dadigire. Lê ew jî têrê nake, ji ber ne tenê em in lawir û bexçeyên me jî hene ku em wan av didin. Pêwîstiya me bi çêkirina xeta ceyranê heye."
'Havîn hat û rojiyê dest pê kir'
Tûfaha Salim jî wiha zehmetiyên xwe anîn ziman: "Em bê ceyran zehmetiyan dijîn, çêlek û hespên me tî ne. Havîn hat û rojiyê jî dest pê kir. Di meha rojiyê de pir zehmet e, em rojiyê digrin û dile qedehek ava cemidî bixwaze jî ji ber ku ceryan tüne ye em nikarin vexun. Rojiya îsal ji ber nebûna ceyranê û avê wê pir giran be ji me re. Yên ku topê gazê li gel wan nebe, neçar in xwarina xwe li ser agir û tifikê çêbikin. Daxwaza min ew e ku dewleta tirk ji axa me derkeve."
'Em pir westiyan divê aliyên pêwendîdar alîkariyê bidin'
Dunya Mihemed a ji gundê Bab El-Ferec e jî wiha dibêjê: "Ev 6 meh in em cilên xwe û yên zarokên xwe li ser destan dişon, êdî nexweşiyên pişte li me xwe didin der. Banga min ew e ku aliyên pêwîndîdar êşa me hîs bikin û dengê me bibhîzin."
‘Divê di demeke nêz de pirsgirêkên me bên çareserkirin’
Endamê Rêveberiya navçeya Til Temirê Mihemed Seîd Şêxmûs jî derbarê têkiliyên bi Rûsiya re ji bo çêkirina xetên ceryanê de ev ev tişt got: "Ji ber dagirkeriyê derdê şêniyan giran e û yek ji wan derdan jî qutkirina ceyranê ye. Zêdetirî 40 gundî nêzî 6 heta 7 hezar mirov di tariyê de ne. Heta niha Şaredariya gel av li şêniyan belav dikir, lê ev têrê nake û derfetên şaredariyê jî tune ne ku rojane wan gundan têr av bike. Ji ber wê gelek hewildanên me çêbûne ku em vê pirsgirêkê çareser bikin. Carekê me xetek çêkir nêzî 6 seatan ceyran hat û paşê dîsa ji xizmetê derket. Niha dîsa hewildanên me hene ku em bi Rûsiya re têkiliyê deyînin da ku di demeke nêz de vê pirsgirêkê çareser bikin."