'Li dijî vê qanûnê bertek zêdetir nebin wê berdewamiya wê jî bê'

  • 09:04 26 Nîsan 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan
 
AMED - Cîgira Hevserokê İHD'ê ya Amedê Parêzer  Rahşan Bataray Saman, diyar kir ku di qanûna înfazê ya nû de nîqaşkirina zewaca zarokan a bi tecawizkaran re bi tu  awayî nayê qebûlkirin û got ku bi vê qanûnê hikûmet dixwaze modeleke civakî ya nû ava bike.
 
Şewba vîrûsa koronayê (Covîd -19) ji roja yekem de li gelek welatan zû belav bûye û ev jî bû sedema mirina bi sed hezaran kesî û her wiha bi hezaran kes jî  di nexweşxaneyan de tên  dermankirin. Gelek welatan ji ber  vîrûsa koronayê  deriyên girtîgehan vekirin. Li Tirkiyeyê ji ber ku tedbîr di asta herî bilind de nehatin girtin vîrûs her ku çû  pêş ket û bû sedema mirina bi hezaran kesî.  Li gel kêmbûyîna  tedbîrên li derve li girtîgehan ev  bêtedbîrî  zêdetir tê dîtin. Di encama bertekên tund de, pakêta darazê ya nû ji meclise hat derbaskirin û ji bilî girtiyên siyasî hemû girtiyên edlî diz û tecawizkar jî din av de tên berdan.  Cîgira Hevserokê  Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ya Amedê Parêzer Rahşan Bataray Saman derbarê pakêta darazê de nirxandin kir û anî ziman ku qanûna nû wê malbatan bike xetereyeke mezin û got ku ger li hemberî qanûna înfazê bertek zêdetir nebin wê berdewamiya wê jî bê.
 
'Pêşiya bikaranîna sucan hate vekirin'
 
Rahşanê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku nîqaşên li ser zewicandina zarokan tên kirin bi tu awayî exleqî ninin û da zanîn ku ev qanûn bersucan bê suc nîşan dide û ev tişt got:" Bingehê  dadgeha tawanan, ew e ku pêşî li sûcan bigire. Kesên ku sûc dikin divê ji vê dadgehê bitirsin ku sûc nekin û ev jî bi cezakirinê pêkan e.  Lê belê, bi vê pêşnûmayê re hemû astengên li pêşberî kesên ku  bikaribin suc pêk binin hatin rakirin."
 
'Ger ku bertek zêde nebin wê berdewamî bê'
 
Rahşanê da zanîn ku niha herî zêde zarok bi gefeke mezin re rû bi rû ne û wiha pê de çû:" Malbatên zarokên mexdûran jî li gel vê qanûnê  bi xetereyeke mezin û zextên giran re rûbirû ne.Berê jî ji bo malbatan têkoşîna  li ser vê mijarê pir zehmet bû niha hêj zehmetir bû.  Mixabin ev rêzikname jî dê malbatan bike tengasiyê. Zexta zewacê ya  li ser zarokan dê bêtir zêde bibe û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan jî wê di çarçoveya "zewacê " de bê pênasekirin. Ji civakê tê xwestin ku zewaca bi êrîşkar re zarokan re bipejirîne û zarok bi kesên êrîşa zayendî li wan kirine re bên zewicandin. Heke ku li dijî vê qanûnê bertek zêdetir nebin bawer bikin wê berdewamiya vê qanûnê jî bê."
 
'Sucdar berdan jin û zarok bêparastin hiştin'
 
Rahşanê di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên sîyasî  jî û wiha pê de çû:" Bi hezaran girtiyên siyasî,rojnameger,xwendekar,parezer ji derveyî qanûnê hatin hiştin. Ev qanûna ku bi xwe re bêwekhevî anî di heman demê de li gel tehliyeyan ewlehiya zarokan,jinan jî tune dihesibîne. Li gel belavbûna vîrûsa koronayê niha bi hezaran jin di  hundirê malê de xwe diparêzin. Lê ji xwe di mal de mayînê jî ji bo jinan xetere anî û ev li gel qanûna înfazê  mezintir bû. Sucdar hatin berdan jin û zarok jî bêparastin hatin hiştin. Em wekî İHD'yê di vê pêvajoyê de jî li gel jinan cih digirin û wê têkoşîna me wekî  di her pêvajoyan de wê di vê pêvajoyê de jî bidome. Mexdûr dikarin li ser xetên me yên telefonê xwe bigihîjin me."