ROJEVA 26’Ê NÎSANA 2020’AN
- 09:00 26 Nîsan 2020
- Rojev
*Jinên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin û rojên xwe bi çandiniyê derbas dikin, diyar kirin ku çandinî çanda jinê ye û dê vê çanda xwe her tim biparêzin. DÎMEN HEYE
*Zarokên Kobanî di derbarê qedexeya derketina derve û betalkirina dibistanan de axivîn û gotin: "Ji ber belavbûna vîrûsa Korona li cîhanê dibistanên me hatin betalkirin. Em li malê perwerdeya xwe didomînin, pirtûkan dixwînin û didin xwendine." DÎMEN HEYE
*Muhlîse Metîn ku ji Kurdistanê koçî Ewropayê kiriye bal kişand ser pirsgirêkên kurdên koçî Ewropayê kirine û diyar kir ku pirsgirêkên çandî dijîn.
*Cîgira Hevserokê İHD'ê ya Amedê Parêzer Rahşan Bataray Saman, diyar kir ku di qanûna înfazê ya nû de nîqaşkirina zewaca zarokan a bi tecawizkaran re bi tu awayî nayê qebûlkirin û got ku bi vê qanûnê hikûmet dixwaze modeleke civakî ya nû ava bike. DÎMEN HEYE
*Jinên gundên Navçeya Zirganê,derbarê dagirkeriya dewleta tirk û topbarana gundên xwe, qutbûna ceyranê bi hatina rojiyê re betekên xwe anîn ziman û gotin: "Li dijî dagirkeriyê em bi israr in ku li mala xwe bimînin, lê pêwîstiya me bi ceryanê heye, da ku em bikarbin van rojên zehmet derbas bikin." DÎMEN HEYE
*Vasîsiyê girtiya nexweşa pençeşêrê Havva Ak ya li girtîgeha Gebzeyê giritye wiha got: “3’emîn pakêta darazê, pakêteke ku desthilatdariyê tenê ji bo alîgirên xwe derxistiye. Girtiyên siyasî bi vî awayî jî terkî mirinê hatin kirin.” BI DÎMEN
*Xwişaka girtiyê nexweşê kronîk, Îzzet Turan, Leyla Turan destnîşan kir ku dermanên birayê wê bi rêk û pêk nayên dayîn ji ber vê fikarên wan zêde bûne û got divê girtiyên siyasî jî demildest serbest bên berdan. BI DÎMEN
*Vê hefteyê jî em 5 pirtûkên jinan pêşniyarî we dikin.