'Li hemberî pêkutiyên li girtîgehan bêdeng nemînin'

  • 17:32 25 Nîsan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Qada Perwerdê ya Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyek bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî û gotin: "Em bang li raya giştî û saziyên mafên mirovan dikin û dibêjin li hemberî girtîgehên li Tirkiyeyê bêdeng nemînin."   
 
Derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî de li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) ji hêla Qada Perwerdê ya Mexmûrê ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li lokala mamosteyan ji hêla mamoste Mella Şêrîn Çetîn ve hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di serî de em di kesayeta Hêlîn û Mustafa de tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin û bejina xwe li hemberî wan ditewînin. Li hemberî Rêber Apo tecrîdeke girankirî heye û her wiha li hemberî Gelê Kurd jî tecrîdek heye. Bi taybet piştî avakirina hikûmeta AKP û MHP'ê ev tecrîd bi rêbazên cuda li hemû girtîgehan hat pratîzekirin. 
 
Ji bo li zindanan şehadet zêde bin hemû rêbazên kirêt hatin ceribandin. Bê heq mirovên me avêtin zîndanan û bi salan nehatin darizandin. Bi vê berxwedana rumet de gelek girtî şehîd ketin. Bi nexweşiyên giran re rûbirû man. Ev hikûmeta şehadetên ku li zindanan pêk tên wekî serkeftinekî dinirxîne. 
 
Bêdengî piştgirî dayîna komkujiyê ye 
 
Bi taybetî bi belavbûna vîrûsa koronayê re hewldana hikûmetê ji bo komkujiya li zindanan zêdetir bûn. Li ber çavê tevahiya cîhanê qatil, diz, mafya û çete hatin berdan. Lê girtiyên siyasî bi mirinê re rûbirû hatin hiştin. Doktorên ku bi vîrûsê ketine bi hinceta test kirinê derbasî nava girtiyan kirin. 
 
Ji bo pêşîlegirtina kuştina girtiyên siyasî divê her kes bikeve nava tevgerê û dengê xwe li hemberî vê zordariya hovane bilind bike. Li hemberî vê komkujiyê bêdeng mayin tê wateya piştgirî dayîna komkujiyê. 
 
Em wekî Qada Perwerdê ya Wargeha Mexmûrê bang li hemû mirovahiyê û saziyê mafê mirovahiyê dikin û dibêjin ku li hemberî girtiyên siyasî bêdeng nemînin."