Kongreya Star: Bi êrîşan tu carî dê bi ser nekevin

  • 14:52 25 Nîsan 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Di 3'yêmîn salvegera êrîşa li Qereçoxê de Kongreya Star daxuyaniyek da û êrîşa pêk hatî şermezar kir. 
 
Di 25’ê nîsana 2017’an de dewleta tirk çiyayê Qereçoxê topebaran kir, di encamê êrîşê de şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya vê rojê Kongreya Star a bajarê Dêrikê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Navenda Kongreya Star hat dayîn û  endamên saziyên civakî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Semîra Ehmed ve hate xwendin.
 
Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye: "Di sêyemîn salvegera komkujiya Qereçox de, em wek Kongreya Star, di serî de hemû şervanên  ku jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin û bi rêzdarî li hember wan bejina xwe ditewînin. Em soz didin ku şopa wan berdewam bikin heta armancên wan pêk werin. 
 
Êrîşên hovane yê dewleta tirk a li ser dezgeh û paragehên leşkerî şermezar dikin. Di demekê de ku şervanên me xwe amade dikirin ji bo operesyona  li dijî terora DAIŞ’ê ku hemû cîhan bi metirsiya wê re dijî, êrîşa hovana pêk hat. Dewleta tirk her xwestiya destkeftiyên kurdan bike hedef û nasnameya kurdî qir bike. 
 
Dagirkeriya ser axa Efrînê, Serêkaniyê û Girêsapî berdewamiya zihniyeta paşverûtiya ser deskeftiyên jinê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye ye. Ji bo ku vîna şoreşê bişkîne, armancên xwe pêk bîne û projeya demokratîk têkbibe van kiryaran, pêk tîne. Li hember îradeya gelan û bi taybet jin ku bûye xwedî rêxistineke xurt, ev plan bi ser neket. 
 
Em wekî Kongreya Star bang li hemû jinan dikin ku li hemberî êrîşan şer bikin û axa ku hatiya dagirkirin rizgar bikin.”