Partiyên siyasî yên Şehbayê êrîşên li Zînî Wertê şermezar kirin

  • 14:13 25 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Partiyên siyasî yên Şehbayê  êrîşên dewleta tirk a li hemberî herêma Zînî Wertê şermezar kir û gotin: "Em bang li hemû kurdên Başurê Kurdistanê dikin ku tevlî lîstokên dewleta tirk nebin."
 
Partiyên siyasî yên Şehbayê bi daxuyaniyek êrîşên dewleta tirk a li hemberî herêma Zînî Wertê ya Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir. Daxuyanî li kampa serdemê ji aliyê Endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlhem Mihemed ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya ku ji hêla partiyên siyasî ve hatî dayîn wiha ye: "Hemû cîhan ji bo vîrûsa koronayê di nava hewldanan de nin, dewleta tirk jî êrîşên xwe li hemberî Gelê Kurd didomîne. Li herêma Kurdistanê û di dewamkirina siyaseta dijminatiyê de, dewleta tirk sivîlên li Kampa Mexmûr, Şengal hedef digire. 
 
Ji bo misogerkirina dagirkeriya xwe li ser herêma Kurdistanê noktayên leşkerî û istixbaratî ava dike û dîsa jî êrîşî deverên ku  Tevgera Azadiya Kurdistanê lê bi cih dibe dike. Ji bo temamkirina vê planê hêzên PDK, YNK'ê dixe nava tevgerê de. Hebûna hêzên PDK'ê di bajara Zînê Wertê de xeterî û amadekariyê mayînde dike. 
 
Em weke partiyên siyasî yên Efrînê bang li hemû kurdên Başurê Kurdistanê dikin, ku tevlî lîstokên dewleta tirk nebin û ji bo avakirina Kurdistaneke azad dest bidin hev."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî Yekîtiya Gelê Kurd" bi dawî bû.