'Girtî bi mirinê re rûbirû hatin hiştin'

  • 14:04 25 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Derbarê rewşa li girtîgehan de MED TUHAD-FED daxuyaniyek da û diyar kir ku li girtîgehan li dijî vîrûsa koronayê tedbîr nayên girtin, di heman demê de jî girtî bi zext, şîdet û gefan re rûbirû dimînin. 
 
Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxaran a Med (MED TUHAD-FED), daxuyaniya xwe ya her heftê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn de amade dike, aşkere kir. MED TUHAD-FED’ê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hişyariyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî.
 
Di daxuyaniya MED TUHAD-FED'ê de wiha hat gotin: "Me meha Remezanê di pêvajoya vîrûsa koronayê de pêşwazî kir. Yên ku zilmê dikin kî dibe bila bibe, polîtîkayên xwe yên zilmê bi kîjan hincetê şirove dikin bila bikin, divê erka sereke ya Misilmanan erka mirovahî be. Li ser vî esasî em hêvî dikin ku meha Remezanê bi tendurist û bereket derbas bibe.
 
Ev cudakarî tu ol baweriyan de tune ye
 
Hikumet AKP’ê ya ku xwe weke misilman nîşan dide, di Meclîsê de bi MHP’ê re li hev kirin û bi derxistina paketa qanûna înfazê cudakarî kirin û bi hezaran mirovên ji ber fikir û ramanên xwe hatine girtin, terkî mirinê kirin. Ev nêzîkatî û cudakarî di tu ol û baweriyan de tuneye. Hemû çete, xespkar, sûcdarên rûreşiyê, tacîzkar û tecawîzkar berdan. Lê girtiyên siyasî bi talûke û rîska vîrûsê re rû bi rû hiştin. Tedbîrên li girtîgehan hatine girtin jî têrê nakin. Dîsa ketin û derketinên karmendan ên girtîgehan jî, ji bo girtî û hikumxwaran gefek mezin e.
 
* Li girtîgeha Edîrneyê, girtiyên ku dibin nexweşxanê, bêyî ku bên tedawîkirin cardin paşve dişînin girtîgehê. Mînak, girtiyê nexweşê Koah û dil Cevher Ay ji ber ku nebaş dibe wî radikin nexweşxanê, lê beyî ku wî derman bikin tenê êşbiranê didin û paşve dişînin girtîgehê. 
 
* Li girtîgeha Bolûyê jî odeyên girtiyan nayin paqijkirin û dezenfekte kirin. Sabûn û amûrên paqiyê nadin girtiyan. Di heman demê de pêkanînên keyfî dewam dikin. Ligel ku girtî Alî Gurmez di hucreya yekesî de dimîne jî, gardiyan bi ser odeya wî de digirin, amûrên wî yên takekesî davêjin çopê û dermanên wî deste ser dikin. Girtî Nûrûllah Semo yê di heman girtîgehê de dimîne jî, rastî heqaret û gefên komek gardiyan tê. Hin caran jî rastî lêdan û îşkenceyê tê. Nûrûllah yê van pêkanînan gilî dike, cardin rastî zext û gefên heman koma gardiyanan tê û ji wî re tê gotin ku ‘Em ê te ji vê dere bi saxî dernexin.’ 
 
* Li girtîgeha Sîlîvrî jî, girtiyên nexweş di kaguşen ne paqij û bêhewa de tên girtin. Girtiyên nexweş ên divê her tim dermanên xwe vexwin ji bo ku 14 rojan di karantînayê de nemînin, naçin revîrê. Ji ber ku şert û mercên di karantînayê de mayîn ji vexwarina dermanan zortire. Zafer Saglam û Hamza Polat ên li girtîgeha Sîlîvrî dimînin, niha di karantînayê de tên girtin. 
 
* Li girtîgeha Turkgolû ya Mereşê jî, Abdulsamet Dûrak di 18’ê Nîsanê de krîza dil derbas dike. Abdulsemet di dema darbaskirina krîza dil de rastî zextên derûnî yên giran ên rêveberiya girtîgehê tê û ji bo ku bimire tişta ji destê wan hatiye kirine. Dema wî birine nexweşxanê jî kelepçe ji destê wî vekirine. Bi heman awayî piştî anjiyo jî 3 rojan di beşa lezgîn de dimîne. Di vê pêvajoyê de jî destên wî tim kelepçekirî mane.
 
* Li girtîgeha Akhîsarê jî, mîna hemû girtîgehên din amûrên di kantînê de bi bihayek pir giran difişorin girtiyan.
 
Em bang li raya giştî dikin ku derbarê rewşê de bi hestiyar bin."