Hunermendên Kobanê bertek nîşanî êrîşên Zînî Wertê dan

  • 13:27 25 Nîsan 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Derberî êrîşên li hemberî Zînî Wertê, hunermendên Kantona Kobanê daxuyaniyek dan û gotin: "Em bang li tevahî hêzên Kurdistanî yên leşkerî, siyasî, sazî û rêxistinan dikin ku helwesteke cidî nîşan bidin. Divê rê nedin ku axa Başûrê Kurdistanê bibe navenda lîstokan." 
 
Li dijî topbarana dewleta tirk ya li ser Zînî Wertê ya Herêma Federal a Kurdistanê, hunermendên Kantona Kobanê li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama Komîna Fîlm a Rojava Zîlan Hemo ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya hunermanda wiha ye: "Li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê tevlîheviyeke heye, ger li hember van tevlîhevî û hevkirinên ku xizmeta Kurdan nakin, aliyên Kurdî xwe ranegirin, dibe ku veguhere şerekî çekdarî. Gelê Kurd gelek bajarên kurdan wekî Efrîn, Kerkûk, Serêkaniyê û Girê Spî ji dest da û ji ber wê êş û azar kişand. Lewra di van salên dîrokî de, pêwîstiya doza Kurdî bi hevgirtina û baweriya di navbera partiyên siyasî de, bê çareserkirin. 
 
Dixwazin şerê birakujiyê bidin dest pê kirin 
 
Piştî 100 salan ji parçekirina Kurdistanê û dîzaynkirina nexşerêyeke nû ji Rojhilata Navîn re, bi taybetî piştî destkeftiyên mezin ku bi saya şoreşa Rojava û fedekariyên şehîdan hatin bi destxistin, ji bo bi destxistina mafên rewa em her tim yekîtiya Kurdî wekî bingeheke sereke, digirin. Wekî hunermendên kantona Kobanê ku sembola manewî ya Gelê Kurd û cîhanê ne, em dibêjin dewleta Tirk bi piştgiriya terorîstan nikarîbû Kurdan têk bibe, ji bo  berê xwe dide destwerdana leşkerî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, dewleta tirk hewil da ku şerê birakujiyê 
 
Bê şert û merc parastina bajaran hat kirin 
 
Em  dibînin ku daxuyaniyên dawî yên serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku di heman wextî  de hebûna 27 baregehên leşkerî yên Tirkiyê li herêma Kurdistanê qebûl dike û bang li Partiya Karkerên Kurdistanê kir ku ji erdên Başûrê Kurdistanê derkeve, dûbarekirina şerê îxanetê yê 1992'yan, penase dikin. Ev yek xizmeta ajandeyên dijminên Kurdan dike. Di çend salên borî de, Tevgera Azadiyê  li hemberî  êrişên DAIŞ`ê yên li ser bajarên Hewlêr, Kerkûk, Celûla, Şengal û Mexmûr, li ber xwe dan. Bê şert û merc parastina wan bajaran kirin.
 
Em bang li tevahî hêzên Kurdistanî yên leşkerî, siyasî, sazî û rêxistinan û hemû eşîrên Kurdan dikin ku helwesteke cidî û pîroz derbarê doza Kurdî de bigirin. Divê rê nedin ku axa  Başûrê Kurdistanê bibe navenda lîstokekeTirkiyê.”