Li du gundan karantîna hat bi dawîkirin

  • 13:10 25 Nîsan 2020
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Gundê Endewl a navçeya Dêrik a Mêrdînê û gundê Turkmeşen ê navçeya Dîgor a Qeresê pêvajoya karantînayê hatin bidawîkirin. 
 
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Ciwan û Sporê li 76 bajaran 23 hezar û 801 welatî li wargehan di karantînayê de ne û 32 hezar û 668 welatî jî, şandin malên wan. Her wiha li gundê Endewl a navçeya Dêrik a Mêrdînê û gundê Turkmeşen ê navçeya Dîgor a Qeresê karantîna hat rakirin. 
 
Di 8’ê Nîsanê de li gundê Endewl a navçeya Dêrik a Mêrdîn ji ber vîrûsa koronayê karantîna hatibû destpêkirin, îro hat bidawîkirin. Hat dest nîşan kirin ku 15 kesên li gundê Endewl û goma girêdayî wê Tepecik dijiyan ên ji ber şewba vîrûsa koronayê li nexweşxaneyên cuda xistibûn karantînayê, rewşa wan baş dibe. Hat diyar kirin ku welatiyên di beşa lezgîn de dihat girtin, ji beşa lezgîn hatine derxistin. Di heman demê de hat ragihandin ku 3 kesên ji malbata Nûrettîn (Newroz) ê di rojên derbasbûyî de jiyana xwe ji dest da jî, li nexweşxaneya Çinarê dibin karantînayê de dihat girtin, hatin taburcukirin.
 
Li 7 gundan karantîna didome
 
Her wiha karantînaya li gundên Tibyad a Qoserê, gundên Qesra Ehmed, Qurdîsê û Gundê Bernîşt ên Artûklû, Goma Heramiyê ya Dêrikê, Dêra Metîna ya Şemrexê û gundê Barman a Stewrê yên Mêrdînê dewam dikin.
 
Li gundekî Qersê karantîna bi dawî bû 
 
Karantînaya li gundê Turkmeşen a navçeya Dîgor a Qersê jî bi dawî bû. Walîtiya Qersê, daxuyanî da û diyar kir ku karantînaya li gundê Turkmeşen hatiye kirin. Li aliyê din, karantînaya li gundê Akyayla ya navçeya Qaqizman û gundê Gelînalan a navçeya Selîm dewam dikin.