MEBYA DER: Nirxên Kurdan hedef tên girtin

  • 12:32 25 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Derbarê êrîşên li hemberî gorîstana MEBYA DER'ê daxuyaniyek da û got: "Em êrîşên li hemberî goristanan şermezar dikni û nirxên Kurdan tên hedefgirtin."
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) têkildarî êrîşên demên dawî yên li ser goristanan daxuyaniyek nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de MEBYA-DER ev anî ziman: “ Li navçeyên Wanê li ber çavên malbatê kêlên goran hatin şikandin û malbat hatin tehdîtkirin. Herî dawî jî li gundeke yê navçeya Farqîn a Amedê ji ber ku alfabeya Kurdî li ser kêlan hebûn, gor hatin texrîbkirin. 
 
Di demekê de ku cîhan bi şewba koronayê re seferber bûye, desthilat li dijî Gelê Kurd û nirxên wê her roja diçe êrîşên xwe zêdetir dike. Ev jî encama dijminahiya li ziman û çanda Kurdan e. Roj tune ku rûmeta mirovan li bin lingan nayê xistin. Li şûna desthilat bi vîrûsê re têbikoşe, zextê li maf û azadiya herî demokratîk dike. 
 
Li herêmê operasyon bi lez dewam dike, her roj ji girtîgehan darbestên ciwanan derdikevin. Di meha Remezanê ya ji bo alema Îslamê bi qedir û qîmet e, agahiya mirina Mûstefa yê di rojiya mirinê de hate bihîstin, agahiyên ku goristan tên texrîbkirin tên bihîstin. Dixwazin bînin ziman ku tu rêzdariyek ji bo baweriya civakê nemaye.”