MED TUHAD-FED: Divê em li hemberî mirinan bêdeng neminin!

  • 10:13 25 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Derbarê Mûstafa Koçak ê bi daxwaza darizandinek adîlane di roja 297’emîn a rojiya mirinê jiyana xwe ji dest da de MED TUHAY-FED’ê daxuyaniyek da û got: "Em dikarin bibin denge parêzerên endamên ÇHD’ê Ebrû Tîmtîk, Aytaç Unsal û Îbrahîm Gokçek ê rewşa wî pir giran bûye."
 
Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxaran a Med Mezopotamya (MED TUHAD-FED), derbarê Mûstafa Koçak ê bi daxwaza darizandinek adîlane di roja 297’emîn a rojiya mirinê jiyana xwe ji dest da de daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdariya ku guhê xwe ji hemû bangan re girtiye, dixwaze ku bi heman mirinan tarîtiya Serdema Navîn bide jiyîn. Federasyonê, çalakiyên rojiya mirinê yên parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Îbrahîm Gokçek ên dewam dikin bibîr xist û banga bûyîna dengê wan kir.
 
MED TUHAD-FED’ê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Mûstaf Koçak di roja 297’emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Tekane daxwaza wî edalet û darizandinek adîlane bû. Lê mixabin ev daxwazên wî nehat qebûl kirin û ji nedîtî ve hatin. Endam Grûp Yorum Helîn Bolek jî dixwest bi awayekê azad konser bide. Lê ji ber ku ev daxwaza wê nehat qebûl kirin, jiyana xwe ji dest da. Desthilatdariya siyasî ya ji hemû bangên me re bêdeng man, dixwaze tarîtiya Serdema Navîn bi me hemûyan bi de jiyîn. 
 
Di roja yekemîn a meha Remezanê de û di meha rojiyê de Mûstafa Koçak ji ber daxwaza edaletê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Mirina Koçak em kûr de bandor kirin. Em ji malbat, heskirî û rêhevalên wî re sersaxiyê dixwazin. Ji bo me hemûyan pêwîstî bi edaletê heye. Divê tavilê gav bên avêtin. Bêguman wê daxwaza edalet û azadiyê ya gelê me bigihêje armanca xwe. Em carek din banga xwe nû dikin. Em li hemberî mirinan bêdeng neminin! Me Mûstafa û Hêlin winda kirin. Lê em dikarin bibin denge parêzerên endamên ÇHD’ê Ebrû Tîmtîk, Aytaç Unsal û Îbrahîm Gokçek ê rewşa wî pir giran bûye.”