'Dengê Rojava dengê civaka azad û şervanên rûmetê ye'

  • 09:12 25 Nîsan 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Xebatkarên jin ên Radyoya 'Dengê Rojava' armanca êrîşa Çiyayê Qereçoxê, hedefgirtina Radyoya Dengê Rojava û guhertinên ku di nava sê salan de çêbûye, nirxandin û gotin: "Bombebarana Çiyayê Qereçoxê komployeke li dijî vîna hêzên ku bi hezaran kes ji komkujî û qirkirinê parastin, bû. Bi qasî em dengê şervanên azadiyê  ne di heman demê de em dibin dengê jin û civakê jî. Em ê bibin dengê heqîqeta heyî û ji raya giştî re ragihînin."
 
Di 25'ê Nîsana 2017'an de balafirên dewleta tirk Çiyayê Qereçoxê bombebaran kir. Di nava êrîşê de gelek saziyên leşkerî û Radyoya Dengê Rojava hatin hedefgirtin.  Di encama topbaranê de 20 şervanên YPJ/YPG'ê di nav de sê Endamên Ragihandina YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Ev kiryara êdî di hafizeya dîrokê de zindî maye û qêrîna çiyayê qereçoxê her kesî bihîst û êşa wê kişand.  Radyoya Dengê Rojava di 4'ê Nîsana 2013'an de hate avakirin û dest bi weşana xwe kir.  Di 25'ê Nîsana 2017'an de ji aliyê balafirên dewleta tirk hat bombebarankirin, piştî amadekariyên ji nû ve avakirina Radyo, dîsa di 10'ê îlon 2018'an de weşana xwe dest pê kir û heya niha jî berdewam dike. 
 
Bi boneya 3'emîn salvegera topbarana Qereçoxê xebatkarên Radyoya Dengê Rojava, derbarê bûyerê de, pêşketinên ku rû dan nirxandin kirin û ji ajansa me re parve kirin.
 
'Êrîşa Qereçoxê, komployek li dijî vîna hêzên ku gel ji qirkirinan parastin, bû'
 
Şîlan Efrîn rêhevalên xwe yê şehîd Şîlan, Rêwan û Heqî bi bîr anî û wiha got: "Dîroka dewleta tirk a dagirker bi xwînmijî, rûreşî, qirkirin, komujî û qetilkirina Gelê Kurd tê nasîn. Dîsa di 25'ê Nîsana 2017'an rûreşiya xwe da der û çiyayê Qereçoxê ku gelek saziyên leşkerî  li wir bûn, topbaran kir. Topbarana çiyayê Qereçoxê komployeke li dijî vîna hêzên ku bi hezaran kes ji komkujî û qirkirinê parastin, bû."
 
'Hêrsa me ya tolhildanê li hember mêtîngerî û dagirkeran pêş ket'
 
Şîlanê balkişand ser hedefgirtina Radyo Dengê Rojava û wiha pê de çû: "Dewleta tirk jî ji ber metirsiya derketina heqîqeta dagirkerî, hovîtiyên wan li dijî vîna gelê azadîxwaz, Radyoya Rojava ji xwe re kire hedef. Radyoya Dengê Rojava bûbû dengê şervanên rûmetê, jin, zarok, ciwan, rewşenbîr, hunermend û civaka azad. Lê bila dewleta tirk baş bizanibe ku ne vîna ragihandina leşkerî û ne jî şervanên ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda dikin û dibin nimûne ji gelê xwe re, naşkê.  Berovajî wê hêrsa tolhildanê li hember metînger û dagirkeran xurtir dibe."
 
'Ne tenê Rojava li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî dengê Rojava tê guhdarkirin' 
 
Şîlanê derbarê weşana radyo, bernameyên ku pêşkêş dikin û di asta guhdarkirina şervan û gel de wiha got: "Di 10'ê îlona 2018'an de dîsa Radyo ava bû, sîstema xwe dan rûniştandin û weşana xwe ji berê zêdetir xurt kir. Radyo ne tenê li Rojava li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî tê guhdarkirin, ev jî bersivekr  tund bû ji bo êrîşkaran. Di radyoyê de 16 bername tên weşandin sibeha Rojava, şîroveya azad, hunera zêrîn, dengê dilê we, çanda me, asoyên helbestê, geşedanên Rojava, dengê civakê, dengê ciwanan, jin û jiyan, şagirtên rojê, tîrêjên Efrînê, cangoriyên welat, parêznameya Rêber Apo û kulîlkên azadiyê. Radyo ji seat 07:00 heya 23:00'an weşanê dike û rojê 6 seat bernameyên zindî û pakêt her wiha nûçeyên kurdî, erebî jî tên weşandin û seatê din jî stranên şoreşgerî û gelerî tên weşandin."
 
'Em ê dengê Rojava bigihînin, Kobanê, Şehba, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê' 
 
Şîlanê got ku hewildan hene ku weşana Radyo berfireh bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Hewldanê me hene ku em dengê Rojava bigihînin Kobanê, Şehba, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê. Weşan li ser înternêtê û malperên  medyaya civakî jî heye. Herêmên  ku dengê Rojava nagihêje wan, daxwazên wan hebûn ku weşanê berfireh bikin, da ku ew jî guhdar bikin. Xebatên me li gorî daxwaza gelê me ye, radyo ne tenê leşkerî ye di heman demê de jî civakî ye. Em dixwazin di xebatên xwe de hevsengiyê çêbikin, bi qasî em dibin dengê şervanan heman demê de em dibin dengê jin û civakê jî."
 
'Dengê Rojava projeya netewa demokratîk bi rengekî zelal ji civakê re pêşkêş dikir'
 
Hêlîn Tirbesipiyê jî piştî êrîşa Qereçoxê, dewama bernameyên Radyo û belavkirina wê li radyoyên Bakurê Sûriyeyê, rol û misyona gihandina projeya netewa demokratîk ji gel re wiha nirxand: "Piştî ku radyo hate hedefgirtin, bernameyên ku me çêdikirin di tevahî radyoyên Bakurê Sûriyeyê de dihatin weşandin. Di hefteyê de 16 bernameyên leşkerî, siyasî, civakî û hunerî, di van bernameyan de me dikarîbû ku projeya netewa demokratîk bi rengekî pir zelal bigihînin civaka xwe."
 
'Xebatkarên jin tirsa xwe veguherandin hêz û fêrkirinê'
 
Hêlînê rola xebatkarên jin a di radyoyê de wiha bi bîr xist û got: "Jin dikarîbû di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de huner û zanebûna xwe di gelek qadan de derxîne holê. Yek ji wan jî Radyo bû ku jinê dikarîbû di demeke pir kin de fêr bibe. Her kes nikare li ser mîkser bixebite, ji ber ku di gelek caran de mirov bi vê tirsê nêz dibe ku bi hezaran gel li radyo guhdar dikin. Lê xebatkarên jin tirsa xwe veguherandin hêz û xwe fêr kirine."
 
'Em ê berxwedana gel û şervanan raghînin' 
 
Hêlînê wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewleta tirk beriya ku şerê leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê bike, şerê ragihandinê dest pê kir. Cîhan bi  Vîrûsa Korona mijûl bûye û artêşa tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî gelê herêmê zêdetir kiriye. Li dijî dagirkerî û hovîtiyê, em ê bibin dengê heqîqeta heyî û ji raya giştî re raghînin."