‘Divê em bibin denge berxwedêrên rojiya mirinê’

  • 09:09 25 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL - Rêvebera Navenda Giştî ya ÇHD’ê û yek ji parêzerên HHB’ê Dîdem Baydar Unsal der barê berxwedana rojiya mirinê ya ku hevjînê wê Aytaç Unsal jî tê de cih digire, de axivî û got: “Helîn Bolek û Mustafa Koçak di temên ciwan de, ji ber daxwazên wan nehatin cih jiyana xwe ji dest dan. Divê em bibin denge berxwedêrên rojiya mirinê.”
 
Li hember Komeleya Hiqûqnasên Hevdem ya Stenbolê (ÇHD) di 2017’an de operasyon pêk hat û piştre ji bo parêzerên hatin girtin bi giştî 159 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Parêzeran diyar kiribûn ku mafên wan yên darizandina adîlane hatiye tunekirin û dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Ji parêzeran Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal di 5’ê Nîsanê Roja parêzeran de bi hevkariya ÇHD’ê îlankirin ku çalakiya xwe veguhertine rojiya mirinê. Li girtîgeha Sîlîvriyê Ebru di roja 114, Aytaç di roja 83’emîn rojiya mirinê de ye.
 
Bêdengî bû sedema mirinê
 
Endama Grup Yorum Helîn Bolek bi armanca hevalên wê yên hunermend yên hatine girtin bê berdan û qedexeyên li ser konserên wan bên rakirin dest bi rojiya mirinê kiribû û di roja 288’emîn de jiyana xwe ji dest da. Helîn 28 salÎ bû. Mustafa Koçak jî bi daxwaza darizandineke adîlane ketibû rojiya mirinê û di roja 297’emîn de li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Şakran a Îzmîrê jiyana xwe ji dest da. Mustafa jî 28 salî bû.
 
Endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek jî di roja 313’emîn rojiya mirinê de ye. Rêvebera ÇHD’ê û û parêzera Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) Dîdem Baydar ku hevjîna parêzerê ÇHD’ê Aytaç Unsal e, der barê rojiya mirinê de axivî.
 
‘Di rojbûna xwe de dest bi rojiyamirinê kir’
 
Dîdemê diyar kir ku parêzerên ÇHD’ê 2 sal û 6 mehe bi awayekîk dijhiqûqî tên girtin û got hevjînê wê Aytaç Unsal û hevala wan Ebru Tîmtîk bi daxwaza darizandineke adîlane ketibûn greva birçîbûnê û piştre veguhertine rojiya mirinê. Dîdemê wiha got: “Di 5’ê Nîsanê de ketin rojiya mirinê. Ev roja parêzeran bû. Di 5’ê Nîsana 2006’an de hevalê me Behîç Aşci ketibû rojya mirinê. Behîç gotibû ‘Min ji bo muvekîlên xwe her tişt kir lê nebûm çarserî. 122 muvekîlên min di rojiyên mirinê de jiyana xwe ji dest dan. Ez jî ji bo wan di rojiya mirinê de me.’ Aytaç jî di rojbûna xwe de 5’ê nîsanê de ket rojiya mirinê.”
 
Daxwazên çalakgeran
 
Dîdemê balkişand ser daxwazên çalakgerên di  rojiya mirinê de û wiha pê de çû: “Hevalên me yên girtî dixwazin pîşeya xwe bi awayekî azad pêk bînin. Bi awayekî adîlane bên darizandin. pêkanînên wek şahidiya veşarî bê rakirin, kesên der barê wan de tu lêpirsîn tune, hedef neyên girtin. Mustafa Koçak ji ber darizandinek adîlane dest bi grevê kir û daxwaz nehatin qebûlkirin. Jiyana xwe ji dest da.”
 
Dîdemê daxuyakirin ku bi 20 hempîşeyên wê re bi giştî 159 sal ceza li wan hatiye birîn û got: “Doza bi awayekî dijhiqûqî û ne li gorî usulê hat meşandin.
 
‘Bi nexweşî û enfeksiyonê re rû bi rû ne’
 
Dîdemê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber vîrusa korona hevdîtinên bi parêzeran re jî hatin sînorkirin û ji ber vê em nikarin hevpîşeyên xwe yên di rojiya mirinê de bibînin û got: “Wezareta dadê li şûna ku girtiyên siyasî berde, mafên parastinê tune hesiband û serî li xespkirina maf dan. Ji ber vîrusê hevpîşeyên me di bin rîskek mezin de ne. Ji ber di rojiya mirinê de pergala xweparastina beden qels dibe. Ji ber vê bi rîska nexweşî û enfeksyonê re tên rû hev. Divê hemû girtiyên siyasî û hevpîşeyên me bên berdan. Aytaç gelek kîlo daye. Ebru jî wisa ye. Ebru di roja 114’an de Aytaç di roja 88’an de ye. Daxwazên wan daxwazên me hemûyane. Ji bo daxwazên wan divê em dengê xwe bidin bihistin. Jiyankirina wan destê me de ye. Helîn û Mustafa di temenê ciwan de ji ber daxwazên wan pêk nehatiye jiyana xwe ji dest dan. Divê em bibin dengê berxwedêrên rojiya mirinê.”