Cîhana kozmetîkê, bi xweşkahiya ji axê tê hildiweşe!

  • 09:07 25 Nîsan 2020
  • Rojane
WAN - Jinên bi kevneşopiya sedsalan li dijî kapîtalîzmê serî hildan û cîhana kozmetîkê hilweşandin sira xweşdkahiyê di axê de dibînin.
 
Tê nîqaşkirin ku vîrusa korona (covîd-19), tê wateya têkçûna kapîtalîzmê. Butçeya ku divê ji tenduristiyê re bê veqetandin ji kozmetîkê re tê veqetandin û belkî jî wê bibe sedema mirina sedhezaran kesî. Jina bi navê Şemsîhan Yacan ya 45 salî ya li navçeya Elkê ya Şirnexê li gundê Yelîloz hat dinê, di salên 90’î de ji ber zextên dewletê neçar ma gund xwe terk bike û li Wanê bi cih bûn. Şemsîhanê diyar kir ku li gund her tiştê wan xwezayî bû û di jiyana xwezayî de ax, nebat baştir nas dikirin. Şemsîhan bi salane ji axa ji zozanên Feraşînê kom dike, serî li dijî cîhana kozmetîkê radike.
 
Kevneşopiya sedsalan bi destê jinan zindî dibe
 
Şemsîhanê diyar kir ku ji ber ferzkirina cerdevaniyê 20 sal berê ji gund koç dikin, li Wanê bi cih dibin û wiha got: “Ez gelek bêriya jiyana wir dikim. Jiyana me ya gund zehmet lê gelek xweş bû. Her tişt organîk û hewa paqij bû. Ava me ji kaniyên xwezayî bû. Hemû berhemên xwezayî ji destê jinan derdiketin. Lê ji ber me pergala cerdevaniyê qebûl nekir, gundê me hat şewitandin û me koçî Wanê kir.”
 
Ji zozanên Feraşînê ber bi porê jinan
 
Şemsîhanê daxuyakirin ku ji ber ji xwezayê hez dike gelek cureyên nebat û axê jî dizane û wiha berdewam kir: “Tiştên em ji dayikên xwe hîn bûn, em dikin jiyanê. Em diçin ser lûtkeyên girên Feraşînê û em kîlê hildibirêjin, dikin tûrikên xwe. Kîl hem ji bo lênerînê û hem jî ji bo karên rojane tê bikaranîn. Divê em berê xwe bidin xwezayê.”
 
Li dijî cîhana kozmetîkê serhildan
 
Şemsîhanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kîla em kom dikin, ji bo por û çermê rûyê xwe bi kar tînin. Em dixin avê dikin wek merhem. Por dirêj dike, nerm dike, nahêle biweşe. Ji bo rû tê bikaranîn. Her wiha em ji bo tenûrên xwe jî bi kar tînin. Dema em kîlê li tenûrê xwe didin, nanê me zû dipije. Em kîlê di paqijiya alavên mutbexê de jî bi kar tînin.”