'Ji bo pêşeroja zarokan, em zarokên xwe bê xwendin nahêlin'

  • 09:05 25 Nîsan 2020
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Berdevka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Qamişloyê Menal Mihemed Emîn, derbarê projeya komîteyê  ya 'Dibistana malê' ji bo zarokên ku ji ber Vîrûsa Koronayê di betlanê de ne got: "Ji bo zarokên me pêdiviyên xwe yên ji bo xwendinê bigirin, demên xwe di malê de vala derbas nekin û xwe baş hîs bikin ku li dibistanên ne, projeya me ya Dibistana Malê gaveke erênî bû. Em bi hêvî ne ku dibistanên me bi ken û tevgera zarokên me dîsa geş bibin."
 
Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê re li tevahî welatên cîhanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tedbîrên pêwist hatin girtin, di nava tedbîrên ku hatine girtin dibistanên zarokan jî  di betlanê de ne. Yekem biryar ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat girtin di nav vê rewşa aloz de û berî  her tiştî ji bo parastina zarokan ji vîrûsê, dibistan hatin girtin. Piştî demekê ji vê betlaneyê komîteya perwerde û fêrkirinê, dest bi projeya 'Dibistanê malê', kirin.  Ev proje wê bi rêya televizyonê wane ji zarokan bê dayin, da ku zarok ji xwendina xwe bê par nemînin. Têkildarî mijarê Berdevka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Qamişloyê Menal Mihemed Emîn, armancên vê projeyê û rêbazên dayina waneyan ji zarokan re, nirxand û ji me re parve kir. 
 
'Weke tedbîr ji bo parastina zarokan ji vîrûsê me dibistan dan sekinandin'
 
Menal di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa xwendevanên dibistanan û wiha got: "Weke ku tê zanîn niha nexweşiyeke vîrûsê  li tevahî cîhanê belav bûye, em jî wek Komîteya Perwerdeyê weke tedbîreke bi lez, me dibistanên zarokan girtin.  Ji bo parastin û ewlehiya zarokan ji vê vîrûsê ev yek gaveke erênî bû. Ev ne cara yekem e ku di vê sala xwendinê de zarok ji xwendina xwe bê par dimînin, berî niha û ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zarok dûrî xwendinê ketin. Wê demê jî me biryar girt ku qonaxa yekemîn dirêj bikin. Waneyên zarokan heya asteke baş hatin tezmînatkirin. Niha jî weke tedbir ji bo parastina zarokan me dibistan dane rawestandin."   
 
'Armanca me ew e ku zarokên me ji xwendina xwe bê par nemînin'
 
Menal di domandina axaftina xwe de bal kişand ser projeya komîteyê  ya 'Dibistana malê'  ji bo zarokan û wiha pê de çû: "Bi dem dirêjiya karantînaya tenduristiyê li malê, zarok êdî di mal de ne. Ji bo domandina xwendina zarokan, me civînên xwe çêkirin û biryar hat girtin ku dîsa waneyên zarokan bên tezmînatkirin. Waneyên ser zarokan derbasbûn û mane heya dawiya salê, me ji bo wê proje dan çêkirin. Projeya me jî  ew e ku wane  werin tomarkirin û bi rêya qenala televizyona Rojava re weke xwendina ji dûr ve ji zarokan re, bên pêşkêşkirin. Armanca me ew e ku zarokên me ji xwendina xwe bê par nemînin. Ji ber em dizanin her refek waneyên wê cuda ne û temamiya sala li pêşiya xwe dike, ji bo zarok pêwistiya xwe ji xwendinê bigirin, demên xwe di malê de vala derbas nekin û xwe hîs bikin ku li dibistanê ne, ev proje di cih de bû."
 
'Ji bo zarok van waneyan bişopînin, mamosteyên me di nav tevgerê de ne' 
 
Ji bo şopandina zarokan ji van waneyan re Menal da zanîn ku mamosteyên wan di nava tevgera şopandina şagirtan de ne û wiha dirêjî da gotina xwe: " Ji bo zarok bi giştî van waneyan bişopînin me mamosteyên xwe li tevahî bajar û navçeyan kirin nava tevgerê û her mamosteyek li zarokên refa xwe yan jî materyala xwe baldar be. Komîteya me a şopandinê jî xebatê mamosteyan bi zarokan re dişopînin gelo heya kîjan  astê zarok dikarin van waneyan zehf bikin? Devera ku bernameya waneyê lê maye dewam bikin, li ser vî esasî ev proje hat temamkirin û ji bo zarokan hat pêşkêşkirin."   
 
'Ji bo pêşeroja zarokan, em zarokên xwe bê xwendin nahêlin'
 
Menal bal kişand ser zehmetiyên qutbûna zarokan ji xwendinê û temamiya wê bi vê rêbaza nû ya li malê û wiha dom kir: "Rast e di nava vê salê de du caran zarok ji xwendinê qut bûn û dibe ku em di destpêkê de hin zehmetiyan jî derbas bikin bi zarokan re, lê em di wê baweriyê de ne ku projeya me dikare barekî giran ser zarokan sivik bike. Heya astekê û li gelek deveran mamosteyên me bi zarokan û malbatên wan re di nav pêwendiyê de bûn. Dema me ev projeya xwe erê kir, me hemû malbat jî agahdar kirin û me hewil da ku malbat jî zarokan di derûniya xwendinê de bihêlin. Projeya me bi rengekî baş ji aliyê tevahî malbatan ve hat pêşwazîkirin. Zarok fêrî şêwazeke nû ya xwendinê dibin. Ji bo pêşeroja zarokan, em zarokên xwe bê xwendin nahêlin."
 
'Wane bi her materyalê ku hatiye amadekirin wê bên weşandin'
 
Li ser bernameya vê projeyê û şêwazê dayinê ji her refekê re Menal ev yek got: "Me akademiya xwe  ya Şehîd Egîd li Qamişloyê kir xizmeta  vê projeyê. Jixwe ji bo biranşên kurdî wê 9 materyal li vê akademiyê bên amadekirin û ya biranşên erebî jî  wê 6 materyal li Kantona Hesekê bên amadekirin. Wane ji refên 6 heya 11 tên amadekirin, wane bi her materyalê ku hatiye amadekirin wê bên weşandin. Me niha refa amadehî û navîn girtiye dest,  ji bo refa seretayî jî mamosteyan weke insiyatîf  gurûpên zarokan çêkirine, di rêya telefonê re ji zarokan re şîrove dikin û zarok jî bi rêbazên wekhev bi mamosteya xwe re têkildar e. Ev jî erkekî pîroz e."
 
'Wê dîsa  dibistanên me bi ken û tevgera zarokên me geş bibe'
 
Menal di dawiyê de serkeftin ji bo tevahî zarokan xwest û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo tevahî zarokên me yên xwendevan bila ji dûrketina dibistanê xemgîn nebin, dîsa dibistana we di mala we de be û mamosteyên we piştgiriyê didin we. Wê ev  rewşên heyî ya vîrûsê bi dawî bibe û dibistanên me bi ken û tevgera zarokên me xweşik û geş bibe. Serkeftin ji bo hemû xwendevanan."